
Dayikên Aştiyê: Bila astengiyên li ser zimanê me rabin
- 09:02 1 Îlon 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet têdikoşin û daxwaza berdana hemû girtiyan, bi taybetî Abdullah Öcalan û rakirina qedexeyên qanûnî yên li ser zimanê dayikê kirin.
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, pêvajoyek dîrokî dest pê kir. Yek ji gavên herî berbiçav ên vê pêvajoyê merasîma şewitandina çekên PKK'ê bû ku di 11'ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Ev merasîm xalek werçerxê bû di danîna bingehên aştiyê de. Geşedanek din a girîng di rêya aştiyê de damezrandina "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" li Parlamentoyê di 5'ê Tebaxa 2025'an de bû. Lêbelê, Dayikên Aştiyê, di civîna 20'ê Tebaxê de dema dihatin guhdarîkirin, axaftina wan a bi Kurdî hatin astengkirin. Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku ew dixwazin li her derê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin, peyama "Heta ku rêberê me dernekeve û tevlî gelê xwe nebe, em nikarin azad bibin" dan.
'Ez wekî dayikekê vê neheqiyê qebûl nakim'
Kumru Akgun tekezî li ser pêwîstiya avakirina pêvajoya aştiyê ya bi hev re kir û diyar kir ku divê girtî werin berdan û got: "Em dixwazin girtiyên me ji girtîgehê werin berdan. Her carê înfazên wan tên şewitandin. Hevalek me ya seqet li Girtîgeha Bakirkoyê ji ber ku werzîşê nake hat cezakirin. Wekî dayikekê ez vê neheqiyê qebûl nakim. Jinên 70 û 80 salî di girtîgehê de bi îşkence û zilmê rû bi rû dimînin. Divê girtiyên me serbest berdin û em bi hev re aştiyek bi rûmet ava bikin. Em ji hemû dayikan hevgirtinê hêvî dikin. Rêberê me pêvajoya aştiyê û civakek demokratîk da destpêkirin, lê jin hîn jî tên kuştin. Werin em vê pêvajoyê, mil bi mil, bi hemû dayikan re pêş ve bibin."
'Em qedexeya li ser zimanê xwe qebûl nakin'
Rabîya Mihtayî, yek ji Dayikên Aştiyê, da zanîn li Parlamentoyê destûr nayê dayin bi Kurdî bê axaftin û got, "Dema ku em çûn Parlamentoyê, wan heta destûr nedan ku em bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Kurdî hîn jî qedexe ye. Çima? Me çi xwestibe jî, em hatine qedexekirin. Di vê pêvajoyê de, divê qedexeyên li ser zimanê me werin rakirin. Em vê qedexeyê qebûl nakin; em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ku tu dayik bigirî. Em ji bo aştiyê radiwestin. Divê gelên Kurd û Tirk ji bo avakirina vê aştiyê destên xwe bidin hev. Em azadiya rêberê xwe Abdullah Ocalan û hemû girtiyan dixwazin. Em dixwazin li her derê bi azadî bi zimanê xwe yê dayikê, Kurdî, biaxivin."
'Heta ku rêberê me azad nebe, em nikarin azad bin'
Gulsum Ozturk diyar kir ku ew ji bo aştiyê hewl didin lê gavên berbiçav nedîtine û got: "Wekî jin, em destên xwe didin hev û dibêjin ku em şer naxwazin. Dayik naxwazin kes bigirî. Ji ber vê yekê em her roj li meydanan in û dengê xwe bilind dikin. Em dixwazin kuştinên jinan rawestin û girtiyan serbest berdin. Berî her tiştî, em azadiya rêberê xwe dixwazin. Heta ku rêberê me venegere cem gelê xwe, em nikarin azad bin. Bi saya wî, em wekî jin azad bûne. Ji ber vê yekê divê jin bi hev re li berxwe bidin. Dema ku Dayikên Aştiyê diçin Parlamentoyê, axaftina wan a bi Kurdî jî tên astengkirin. Em dixwazin li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Berxwedan jiyan e."