ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2025'AN

  • 09:00 21 Tebax 2025
  • Rojev
 
* Salek di ser kuştina Gulîstan Tara, ya ku ji temenê xwe yê biçûk ve rastî û azadiya gelê xwe wekî dijwariyek didît re derbas bû. Hevpîşeyên Gulîstanê li ser şopa lêgerîna heqîqtê berdewam dikin. DÎMEN HEYE
 
*Akademîsyen Ecehan Balta, li ser têkoşîna ekofemînîzmê ya li dijî tecrîd û paşguhkirina jinan ji hemû qadên jiyanê ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve, diyar kir ku pêdivî xurtkirina torên têkoşîna enternasyonalîst heye. BI DÎMEN -DOSYA
 
*Berdevka Meclîsa Ekolojiyê ya Bajarê Wanê Hanîfe Guzen diyar kir ku modelek bajarê ekolojîk ku bi perspektîfa civaka demokratîk were biteşekirin, bi beşdariya gel û nêzîkatiyek konfederal mimkun e. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Başboga destnîşan kir ku jin di avakirina "Civakek Aştîxwaz û Demokratîk" de pêşeng û aktorên damezrîner in û got, "Aştî bê jinan, demokrasî bê jinan ne mimkun e." DÎMEN HEYE
 
*Karkerên çandiniyê ku karê wan bi ronahiya sibehê li bajarê ku roj lê zû hiltê dest pê dike, gotin, "Piştî ku em ji zeviyan derdikevin, em nikarin pênc deqeyan bêhna xwe vedin. Em bêyî ked û xebatê nikarin bijîn. Li zeviyên ku em dixebitin tişta divê bê kirin em dikin." DÎMEN HEYE