ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2025'AN

  • 09:00 13 Tebax 2025
  • Rojev
 
*Jinên di bin serdestiya mêr de bê nasname hatine hiştin, bi saetan li nav erdan di bin germê de dixebitin. Jinên ku karê wan li ser erd bi dawî dibe bi heqdestên kêm vedigerin malê û hewl didin xwarina ji bo malê çêbikin. DÎMEN HEYE
 
* Bi modela komînê tê armanckirin ku jiyanek civakî li ser bingeha hevkariyê, parvekirinê û hevgirtinê ava bibe, li dora yekîneyên niştecîh bên rêxistin kirin; qadên jiyanê û çalakiyên wan ên bingehîn jî di vê çarçoveyê de bên damezirandin. DOSYA
 
*Dayika girtî Hîvda Çelebî ya li girtîgeha Jinan a Erzînganê dimîne û bi biryara Lijneya Îdarî û Şopandina Îdarî tahliyeya wê 14 caran hatiye taloqkirin, Ayşe Çelebî axivî û da zanîn ku ev rewş di alî aborî manewî de bandorê li wan dike û wiha anî ziman: “Cezayê keça min ji ber dibêje ‘ez Kurd im’ bi awayekî kêfî tê dirêjkirin. Girtîgeh cihê zilmê ne. Bila deriyên girtîgehan bên vekirin. Ger ku aştî hebe divê derî bên vekirin.” DÎMEN HEYE
 
*Arzu Savaş Derman a di komkujiya Têkorê de xalê xwe winda kir wiha got: “Li lingên wan nexistibûn. Bi darbeyên kuştinê hedef girtibûn. Gumanbar nehatin darizandin, doz hatin girtin. Lê ji bo me hîna birînek bi xwîn e.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Çelîk derbarê "Hevîtinên civaka demokratîk" ya ku DEM Partiyê piştî banga "Aştî û civaka demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin axivî û got: “Avakirineke ji civakê dûr ne mijara gotinê ye. Ji ber avakirina civaka demokrtîk, heta bi civakê re neyê parvekirin, bi hişekî hevpar neyê axaftin pêvajo nikare bê avakirinê ne pêkan e.” DÎMEN HEYE