Dayikên Şemiyê li aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn
- 13:46 19 Tîrmeh 2025
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê daxwaz kirin ku kiryarên Hasan Gulunay bên cezakirin ku beriya 33 salan ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate binçavkirin û piştre hate windakirin.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê hefteya 1060'an a çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar xistin da ku çarenûsa xizmên xwe yên kuştî û windabûyî bipirsin û edaletê bixwazin. Di çalakiya ku gelek kes beşdar bûn de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qurnefîl hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Gulunay hat pirsîn.
Endama Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Jiyan Kaya daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku Hasan Gulunay 32 salî bavê çar zarokan bû, di 20'ê Tîrmeha 1992'yan de ji bo ku biçe ser kar ji mala xwe ya li Tarabyayê derketiye û êdî venegeriyaye. Jiyan Kaya, da zanîn ku çend sal jî derbas bibin, em ê ji bo Hasan Gulunay û ji bo hemû windahiyên xwe daxwaza edaletê bikin, her wiha divê dewlet di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigerin.
Jiyan Tosun, hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê yê nameya keça Hasan Gulunay, Denîz Gulunay xwend. Di nameyê de wiha hat gotin: "Bavê min, Hasan Gulunay, di 20'ê Tîrmeha 1992'an de li Stenbolê hate binçavkirin. Ji wê rojê ve, dewletê cihê wî ji me re negotiye. Em çarenûsa wî nizanin, lê em dizanin ku partiya desthilatdar a wê demê, hêzên ewlehiyê, rêxistinên kontr-gerîla û Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) ji windabûna wî berpirsiyar in. Ew encama siyaseta dewletê ya windakirinên bi zorê ye. Çîroka wî ne êşek kesane ye; ew beşek ji polîtîkayeke sîstematîk a dewletê ye ku li vî welatî ji bo bêdengkirina muxalifan, jiholêrakirina şoreşgeran û parçekirina bîra civakê tê meşandin. Bila bizanin ku em wan ji bîr nakin. Em windayan jî ji bîr nakin. Em dizanin ku edalet dê bi hesabdayînê pêk bê. Em ê ji bo darizandina kujeran çalakiya xwe bidomînin û bê deng namînin."