Di nobeda li ser sînor de bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan
- 14:32 20 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Di daxuyaniya li ser sînorê Qamişlo de rojnamegerên ku bi êrşên SÎHA'yê hatin qetilkirin hatin bîranîn û Parlamentera DEM’ê Bêrîtan Guneş jî got, “Me 2 hevalên xwe yên ku tevî hemû zehmetiyan xebatên xwe berdewam kirin û rastî ji hemû cîhanê re ragihandin, winda kirin. Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan tiştên ku ji destpêka şer û vir ve li Rojava diqewimin ji me û hemû cîhanê re ragihandin."
Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dijî êrîşên dewleta Tirk û Artêşa Millî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 8’an de dewam dike. Di nobedê de bi sedan kes li ser sînor li hev kom bûn. Di çalakiya nobedê de bênavber stran hatin gotin, ji Mûşê jî piştgirî hate dayîn. Di çalakiyê de pêşmalkên bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye" û "Bijî bexwedana Rojava" li xwe kirin, parlamenterên DEM Partiyê Oznûr Bartîn û Bêrîtan Guneş jî beşdarî nobedê bûn.
'Gelê Kurd li pişt zarokên xwe ye'
Di çalakiya nobedê de ewil Rêveberê Bajarê Mûşê yê DEM Partiyê Kerem Çîtalak axivî û got “Weke ku tê zanîn li Rojava polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Em ji vir bang li her kesî dikin, destên xwe ji Rojava vekişînin. Li Rojava her tim şer hebû, lê divê baş bizanibin ku gelê Kurd li her derê li pişt zarokên xwe ye. Zarokên vî welatî ji bo azadiya xwe têkoşiyan. Li vir em dîsa bangî dewletên navneteweyî dikin: Statuya gelê Kurd nas bikin. Gelê Kurd gelê ku aştiyê dixwaze ye. Ji Serhadê heta Botanê çavê hemû gelê Kurd li Rojava ye. Rewşa Rojava nas bikin.”
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
Piştre Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartîn axivî û wiha got: “Di roja 8’an de her hevalek me wê li vê qadê li dijî dagirkerî û şer nobedê bigire û li dijî pergala ku difikire wê gelê Rojava ji hev qut bike wê berxwedana xwe hîn mezintir bike. gelê li vir bi sînorên sûnî. Me soz da gelê xwe ku li dijî polîtîkayên şerê taybet em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Îro jî di nûçeyeke din a xemgîn de, du hevalên me yên rojnameger ên bi salan e li vê qada ku polîtîkayên dagirkerî û îmhayê didomin de dixebitin, hatin qetilkirin. Em van komkujiyan şermezar dikin. Her yek ji me wê weke xebatkarê çapemeniya azad têkoşîna xwe ya ji bo ronîkirina rastiyê bidomîne. Em ê di vê sedsala nû de vê berxwedanê hîn mezintir bikin. Em ê her qadê bikin qada berxwedanê û li her derê berxwedanê bidomînin. Şoreşa Rojava rûmeta hezar salan e. Nêzîkatiya netew-dewleta otorîter bi zanebûn vê rêveberiya demokratîk dike hedef. Di vê wateyê de em dizanin ku têkoşîna me ya li dijî van zextan wê bi têkoşîna hevpar a gelan bi ser bikeve. Em bang li her kesî dikin ku li van qadan li dijî kesên ku mirovahiyê û hiqûqa gerdûnî binpê dikin. Em ji vir bang li dewletên navneteweyî dikin: Hûn bi bêdengiya xwe piştgiriyê didin van bûyeran.”
'Herdu hevalên me rûyê rast ê dewleta Tirk eşkere kirin'
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş axivî û got: “Berî her tiştî ez çapemeniya azad ku tevî hemû zehmetiyan her tim li pey rastiyan dimeşe, silav dikim. Dema me duh li vir daxuyanî da, me got, 'Sînorên ku sed sal berê hatine avakirin, sînorên şermê ne û sed sal in ti encam dernaxin.' Ji ber ku em êşa kesekî ku li wir mir ji vir hîs dikin. Îro SIHA Rojava bombebaran dike; Em li Mêrdînê şînê digirin. Ev nîşan dide ku em yek in.
Me du hevalên rojnameger ên ku tevî hemû zehmetiyan xebatên xwe domandin û rastiya xwe ji hemû cîhanê re ragihandin, winda kirin. Rojnameger Cîhan Bîlgen û Nazim Daştan tiştên ku ji destpêka şer û vir ve li Rojava diqewimin ji me û hemû cîhanê re ragihandin. Ji ber vê sedemê bû hedef. Dema DAIŞ ji sînorê Tirkiyeyê derbasî Rojava bû ji aliyê heval Nazim ve hat nivîsandin. Digotin 'Tişrîn ket' û hevalê me Cîhan da xuyakirin ku rewşeke wiha pêk nehatiye. Her du hevalên me rûyê rast ê dewleta Tirk eşkere kirin. Ji ber vê jî bûne hedef.
Li cihê ku wan hişt em ê bidomînin
Em ji Nagihan Akarsel dizanin ku dewlet li hemberî milê medyayê şer dike. Lê bila zanibin ku rêya van hevalên me tu carî nayê girtin. Ji ber ku şûngirên van hevalan wê makîne û pênûsa xwe li pey xwe nehêlin. Ji bo vê em deyndarê heval Cîhan û Nazim in. Em îro soz didin wan: Em ê bigihîjin roja ku li benda me ye û em ê navê we di dîrokê de bi tîpên zêrîn binivîsin. Hemû zarokên Kurd wê we nas bikin û li ser rêya heqîqetê mezin bibin. Li cihê ku wan hişt em ê bidomînin. Şehîd nemirin û em bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînin.”