'Çalakiya deng bide azadiyê': Ji bo kesên demokrasîxwaz neynik Îmrali ye

  • 14:31 29 Îlon 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê  Newroz Uysal Aslan di çalakiya "Deng bide azadiyê" de axivî û got, "Ji bo kesên demokrasiyê dixwazin neynik Îmrali û girtîgeh in. Heta azadiya hemû girtiyên ji Îmraliyê heta Bakirkoyê pêk were wê têkoşîna me bidome." 
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) û xizmên girtiyan  çalakiya "Deng bide azadiyê" ya ku di çarçoveya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" de dest pê kir, dewam kir. Çalakî li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê pêk hat. Tevî xizmên girtiyan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan û (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiyê de pankarta "Ji bo  aştiya civakî li dijî tecrîdê deng bide azadiyê" hatin hilgirtin, pêşmalkên bi nvîsa "Deng bide azadiyê" hatin lixwekirin û dirûşmên, “Bijî berxwedana zindanan”,  “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hatin berzkirin.
 
Girtiyên ku înfaza wan hat şewitandin
 
Hevseroka MATUHAY-DER'ê Dîlek Sonmez Demîr a di çalakiyê de ewil axivî, diyar kir ku hewldanên şewitandina înfaza girtiyên siyasî yên li girtîgehên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin û girtiyên ku di demên dawî de înfaza wan hatiye şewitandin navê wan wiha rêz kir: Alî Riza Gulmez, Fermanî Çetîn, Nedîm Yilmaz, Kerem OztUrk, DenÎz Ozturk, Tuncay Dogan, Refik Sunkur, Naîf Bal, Denîz Guzel, Orhan Bîngol, Suat Duman, Suat Gokalp, İbrahîm Engîn, Huseyin Ayyildiz, Telmez Kaplan, Alî Adıman, Maruf Turkan, Şîrîn Bozçali, İbrahîm Doğan ve Nevzat Ozturk.
 
'Girtî nikarin ji lijneya çavdêriyê derbas bibin'
 
Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û bal kişand ser operasyonên binçavkirin û girtinê yên li dijî siyasetmedarên Kurd û nûnerên saziyên sivîl. Newroz got, “Zindanên Tirkiyeyê tenê bi îşkence, destavêtin û sirgûnê tên bibîranîn. Bi taybetî li Bakirkoy, Şirnex, Wan, Kirşehîr, Karabûk û Sîncanê li hemû girtîgehan polîtîkayên dijmirovahî tên meşandin. Bi tecrîdê re hewl didin vîna girtiyan teslîm bigirin. Girtî nikarin li ser rewşa xwe bi kurdî nameyan binivîsin û nahêlin. Rewşa li girtîgehan jî weke zextên hefteya borî yên li Amedê li MED-DER, Payîz Pîrtûk û ANKA-DER'ê hatin kirine. Li girtîgehan wekî derve qedexe hene. Bi biryarên heyetên çavdêriyê yên înfazê dixwazin berxwedana girtiyan û malbatên wan ji holê rakin û bitirsînin. Mînak girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ev 3 sal in nikarin ji lijneya çavdêriyê derbas bibin."
 
'Têkoşîna me ya azadiyê wê ji Îmraliyê heta Bakirkoyê bidome'
 
Newroz, anî ziman ku girtî li girtîgehan li dijî binpêkirina mafan şerê rûmetê dikin û got, "Li Îmraliyê hevdîtina malbat û parêzeran nayê kirin. Înfaza Veysî Aktaş ê li Îmraliyê dîl hatibû girtin, ji aliyê heyetê ve 1 sal hat taloqkirin.  Girtiyên di girtîgehê de di nava şerê rûmetê de ne. Girtî neynika Tirkiye û hiqûqa Tirkiyeyê ne. Ji bo kesên demokrasiyê dixwazin neynik Îmralî û girtîgeh in. Girtiyên siyasî rûmeta me ne. 
 
Çalakî bi çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan û li dû axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.