7 kesên di bin çavan de hatin berdan

  • 16:41 27 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - 7 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî saziyên ziman de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan. Îfadeya kesên din ên hatin binçavkirin li midûriyeta polîsan dewam dikin.
 
Di 24’ê Îlonê de li Amedê di serdegirtina gelek malan de li gel Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê 30 kes hatibûn binçavkirin. 7 kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Şaxa TEM'ê ya Amedê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan li midûriyeta polîsan hatin berdan.
 
Navên kesên ku piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan wiha ne: Rabia Karayil, Hasan Gurpinar, Fatma Igin, Cihat Çagrici, Yaşar Aslan, Ahmet Boltan, Ramazan Holat.
 
22 kes hatin binçavkirin
 
Navên kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin ev in: Hevserokên MED-DER'ê Mehmet Remzî Azîzoglu û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Rezan Aktulum, Bêrîtan Gûrbet Orak, Berîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkîsa Bitkin, Mehmet Salih Ongun, Ilyas Gun, Mine Karakaş, Ahmet Boltan, Rabia Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgin, Hasan Gurpinar, Şîlan Elmas Kan, Cihat Çagrici, Yaşar Aslan, Hasan Ikvan û Endama Lijneya Rêvebiriya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz.