Encamnameya 2’yem Konferansa Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

  • 14:19 27 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encamnameya 2’yemîn Konferansa Jineolojî de bal lê hat kişandin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Jineolojiyê aniye ziman û wiha hat gotin: “Konferansa me fikrên Rêber Apo gihandina hemu jinên cîhanê weke erkekê sereke dibîne.”
 
Konferansa 2'yemîn a Akademiya Jineolojiyê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin. Di konferansa ku 300 delege beşdar bûbûn de, li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin. Encamnameya 2’yemîn Konferansa Jineolojî hat ragihandin.
 
Di encamnameya konferansa ku nîqaşên dewlemend lê hatin meşandin de wiha hat gotin: “Jineolojî di mayîndekirina şoreşa jinan de xwedî roleke girîng e û bê şoreşa jinan Jineolojî ne pêkan e.”
 
Di encamnameya konferansê de wiha hat gotin:
 
“Konferansa me ya duyemîn bi dirûşma “Zanatiya Jinan Bi Jineolojiyê Nûjen Dibe” 25-26’ê îlonê li bajarê Hesekê pêk hat. Konferansa me bi tevlibuna nûnerên ji hemû saziyan û dezgehên ku di nava qadên avakirina pergala neteweya demokratîk cih digrin, rehendên pergala konfederal a jinan pêk hat.
 
Yê ku cara yekemîn peyva jineolojî anî ziman Reber Apo bû. Pergala serdest bi pêkanînên tecrîda herî giran hewl dide pêşiya belavbûna fikrên Rêber Apo di nava civak û cîhanê de bigire. Ji ber vê yeke konferansa me gihandina nêrînên Rêber Apo ji hemû jinên cihanê re wekî têkoşîneke ji bo şikandina tecride û erkeke serekî dibîne.
 
Em konferansa xwe di şexse şehîd Malda Kusa û Nagîhan Akarsel de diyarî hemû şehîdên azadiyê dikin. Şehîd Leyla Agirî yek ji damezrînêrên Akademiya Jineolojiyê bû, bi kesayeta xwe re nûnertiya dîrok û tecrubeya tevgera jinên azad a Kurdistanê dikir. Coş û evîna zanîn û zanistê, zanatiya şehîd Helîn Dêrsim riya me ronî kir. Endama xebatên ciwanan ên Jineolojiyê şehîd Îsyan Armanc ruhê şoreşgeriya jinên ciwan temsîl dikir. Şehîd Denîz Poyraz weke endama kargehên Jineolojiyê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bû bi sekna xwe pîvanên welatparêzî, civakîbûyîna zanistî temsil dikir. Rastiya van hevalan jî dide diyarkirin ku li ser vê axê her gava ber bi gihandina zanista jiyana azad ve bi berdelên giran tê avêtin.
 
Di konferansê de hat nirxandin ku divê analîz û xebatên Jineolojiyê zêdetir bi rehendên neteweya demokratîk, tevahiya sazî û dezgehên jinan re û bi taybetî jî bi hemû beşên civakê re werin parvekirin. Gerdûnîbûna xebatên Jineolojiyê û her wiha belavkirin û kûrkirina şaxên xebata me di nava jiyana civakê de hêzê didin hev û hev temam dikin.
 
Danasîna Jineolojiyê heya astekê pêk hatiye. Her çiqas hê jî pêdiviya bi berdewamkirina xebatên danasîn û  famkirina Jineolojiyê hebe jî êdî divê em derbasî merheleyeke nû bibin. Konferansa me nirxandiye ku girîng e ji niha û şûnve Akademiya Jineolojiyê zêdetir ji pêdiviyên şoreşa jinan re bibe bersiv û ji pirsgirekên civakî re bi nêrîna sosyolojiya azadiyê ve bibe rênîşandana çareseriyan. Girîng e ku bi tevahiya qadên civakê re pêwendiyên hev tamamker werin xurtkirin da ku rê û rêbazên Jineolojiyê di her rehendê de bibin bingeha avakirina feraset û pêkanînên pergala konfederaliya demokratîk a jinan.
 
Li ser mijara asta sazîbûna akademîk a Jineolojiyê;
 
Di zaniste de şoreşeke paradîgmayî çêkirin, avakirina modernîteya demokratîk de erkên rewşenbîrî dikeve ser Jineolojiyê. Ji bo vê erke xwe pêk anîn û kar û xebatên Jineolojiyê gavek din pêşve bibin girîng e ku pergala akademîk a jineolojiyê were rûniştandin. Divê endamên navênden lekolînê, akademî û perwerdekarên Jineolojiyê giranî bidin ser erkên xwe yên rewşenbîrî û kadroyên terker ên akademîk bi pêş bixin. Ji bo bikaribin di kesayet û jiyana xwe de, di kar û xebatên xwe de nûnertiya Jineolojiyê bikin.
 
Li ser mijara metodolojiyê;
 
Girîng e em nîqaşên xwe der barê rê û rêbazên xwegihandina heqîqetê de kûrtir bikin. Xala sereke di mijara metedolojiyê de derbaskirina bandorên hişmendiya desthilatdar e ji bo em bikaribin bi jiyanîkirina paradîgmaya xwe ve bigihîjînin nêrînên zelal û çareseriyê.
 
Li ser mijara perwerdeyê;
 
Perwerdeyên Jineolojiyê li ser civakê bandorek mezin çêdikin. Ji bo  ev perwerde bigihîjin hemû jinan û civakê girîng e. Divê jinên ku perwerdeyên Jineolojiyê didin di serî de daîmî xwe perwerde bikin ji bo bikarin têrker bin. Him di aliyê naverok de him jî di aliyê sekna xwe, uslub, ziman û rêbazên xwe de bikarin bandorekî erênî li guhertin û veguhertina demokratîk li civakê bikin.
 
Li ser mijara Şoreşa Jinan;
 
Jineolojî di mayîndekirina şoreşa jinan de xwedî roleke girîng e û bê şoreşa jinan Jineolojî ne pêkan e. Li ser vê bingehê dive akademiya jineolojiyê di peşxistina bingeha zanistî ya şoreşa jinan di hemû rehendan de bi awayeke çalak di nava pergala konfederal a jinan de rola xwe bilîze. Ji bo avakirina girêdana rast di navbera zanist-jiyan û jin de, Jineolojî analîzên xwe, encamên lêkolînên xwe dive biteyîsîne bi xebatên komun, meclis, kooperatîf û akademiyan.
 
Li ser mijara gerdûnîbûn û Rojhilata Navîn;
 
Gerdûnibûna kar û xebatên Jineolojiyê li ser bingeha şoreşa ku li Kurdistanê dest pê kiriye çedibe. Bi taybetî bi şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bandora xwe li ser jinên cihanê, bi taybetî Rojhilata Navîn dike û Jineolojî weke zanista vê şoreşê tê naskirin. Divê têkiliyên li ser asta cihanî zedetir fireh bibin, tekiliyên heyî gihandina asta rexistinê û van xebatan kirina bingeha konfederaliya jinên cîhanê.   
 
Konferansa me bi biryar, peşniyar û hedefên nû hat temamkirin. Şoreşa jinan li ser Jineolojî bigihîje bingeha xwe ya zanistî. Li ser koka zanînên civaka axlaqî û polîtîk, tecrubeyê şoreşa jinan em dikevin merheleyek nû ya Jineolojiyê. Ji bo sedsala 21’ê bibe sedsala jinan, bi formula bi sêhr Jin, Jiyan, Azadî em ê têkoşîna xwe ya qada zanistî bilind bikin.
 
Jin Jiyan Azadî”