Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan

  • 13:21 27 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED - 7 baroyên ku bal kişandin ser binçavkirina perwerdekarên kurd, bang kir ku kesên hatine binçavkirin bên berdan. 
 
Li Amedê di 24’ê îlonê operasyonek hate lidarxistin û bi ser Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Ziman, Çand û Perwerdê ya Ankayê de hate girtin û 30 kes binçavkirin.
 
Baroyên Amed, Agirî, Êlih, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Wanê bi armanca bertekê nîşanî binçavkirinan bidin daxuyaniya nivîskî dan. 
 
Daxuyaniya baroyan wiha ye: 
 
Kesên bi operasyonê hatine binçavkirin kesên sivîl ên bi karê zimanê kurdî ve eleqedar in, nasnameya wan a aktîvîstiyê li pêş e. Serdegirtin saziyan û binçavkirina van kesan li dijî aktîvîzma zimanê kurdî ye. Ev yek her wiha bi krîmînalîzekirina zimanê kurdî, gelê me ji xebatên zimanî yên kurdî jî dûr dixe. 
 
Li Tirkiyeyê her çiqas zimanê kurdî ji xeynî bikaranîna di zimanê fermî de û li saziyên giştî weke teorik nehatibe astengkirin jî em dibînin ku bi biryarên nehiqûqî fîîlen astengî li ber bikaranîna zimanê kurdî tên derxistin. Her wiha weke vê hin kiryarên dezgehên dewletê rê didin dûrbûna ji xebatên zimanê kurdî. 
 
Banga berdanê 
 
Em bi bîr dixin ku karên eleqedarê zimanê kurdî li gor qanûnan ne sûc e. Di her qadê de jiyîn û parastina vî zimanî mafê her kurdekî ye. Em ê vî mafî li her derê biparêzin. Bi rêya darazê tevî hînbûn an hînkirina zimanê kurdî sedembûna tehdeya li ser karên zimanî yên kurdî nehiqûqî ye. 
 
Em weke Tora Komîyon ên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê bi bîrxistina girîngiya çanda plurîzmê bang li rayedaran dikin ku girtin û serdegirtinên li malên aktîvîzmên zimanê kurdî nehiqûqî ye û divê aktîvîstên zimanê kurdî demildest bên berdan.”