Komîteya Wezîran mafê hêviyê nîqaş dike

  • 09:04 27 Îlon 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Komîteya Wezîran, biryara ‘binpêkirinê’ ya ku DMME’ê der barê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dabû 10 sal şûnde xist rojeva xwe û der barê de biryara navberê da. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk der barê mijarê de axivî û got: “Mafê hêviyê yê hezaran tê nîqaşkirin. Sekreterya wê pêşnûmeya biryara navberê amade dike.Di alî siyasî de di alî aborî de pêkanîn dikarin hebin. Ji bo biryara 10 sal e pêk nehatiye divê gavên bi bandor bên avêtin.”
 
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de cezayê muebbeda giran ê bêyî mafê berdana bi şert ê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir. DMME’yê jî Tirkiyeyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike. DMME’yê piştre jî ji bo Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan heman biryar da. Di ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê hêj jî tu gav neavêtiye.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di navbera 17-19’ê îlonê de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMME’yê kir mijara civîna xwe. Nûnerên komnîteyê, di bin serenavê “Gurban/Tirkiye”yê de biryara binpêkirinê nirxand. Nûnerên komîteyê biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya têkildarî cezayê muebbeta girankirî bi bîr xistin. Nûneran, biryara binpêkirinê ya têkildarî kesên di koma behsa xeberê de cih digirin (Abdullah Ocalan jî di nav de) vegot. Di biryarê de nûneran got; “(...) nûveyeke binpêkirinê ya wiha dê weke dibêtiya berdana serlêdêr a di demekî nêzde neyê fêmkirin, lê belê divê li gorî standartên meqam û dadgehên neteweyî ji bo her kesî mekanîzmayên lêkolînê ava bike. Ev yek hate bibîrxistin.” 
 
Berdewama komploya navneteweyî…
 
Raziyeyê got ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha ji Abdullah Ocalan û muvekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê agahiyê nagirin û got: “Ji ber sazî û dezgeyên peywirdar berpirsyariya xwe naynin cih tecrîd îro didome. CPT hîna  rapor aşkera nekiriye. Dosyayek li DMME ji 2011’an de ye didome heye. Lê komîteya wezîran di vê mijarê de bi lez tevnegeriya.  Ji ber vê jî tecrîd didome. Tecrîd em dizanin ku girêdayê komploya navneteweyî ye.”
 
'10 sal şûnde xistina rojevê helwestê nîşan dide’
 
Raziyeyê diyar kir ku peywira komîteya wezîran ev e ku biryarên DMME’yê dane hatine cih an nehatine cih bê kontrolkirin û got: “Di 2014’an DMMEyê biryar da ku muebeta giran sûcê îşkenceyê ye. DMME’yê bi biryara ji bo Abdullah Ocalan da, der barê Tirkiyeyê de  got sererastkirina qanûnî ya hatiye kirin li dijî qedexeya îşkenceyê ye û divê ev sererastkirinek qanûnî ya nû bê kirin. Ev biryar di 2014’an de hate dayîn. Lê Komîteya wezîran yekem car 7 sal şûnde di 2021’ê de xist rojeva xwe.  Piştî vê xist rojeva xwe. Herî dawî di îlona 2024’an de xist rojeva xwe. 10 sal şûnde ev mijar ket rojevê û di vê astê de gavek bi bandor neavêtin mixabin helwesta saziya girêdayê Konseya Ewropayê nîşan dide.”
 
‘Niha mafê hêviyê yê hezaran tê nîqaşkirin’
 
Raziyeyê wiha domand: “Biryara navberê, nêzîkatiyek erênî be jî biryarek dereng mayî ye û got: “Sererastkirina qanûnî ya pêk bê wê bandora hezaran girtiyên cezayê muebetê girtine bi bandor bike. Niha mêfê hêviyê yê hezaran kesî tê nîqaşkirin.nha li her derê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya AbdullahOalan çalakî didomin.Di encam zextên cidî yên STK û civakê de Komîteya Wezîran biryar birine rojeva xwe. Ev mijar hemû civakê eleqeder dike.”
 
Li gorî pêşnûmeya biryara navberê dikare ceza bê dayîn
 
Raziyeyê di dawiyê de wiha anî ziman: “Sekreterya wê navberekê pêşnûme biryarê amade bike. Gelek rêbaz têde hene. Di alî siyasî de pêkanîn, di alî aborî de jî pêkanîn dikare hebin. Dibe ku dosya ji nû ve ji bo DMME’yê bê şandin lê ji bo dosyayeke ku hewcedarî bi sererastkirina qanûnî heye, pêwîstî bi tespîtkirina dubare tune ye. Di alî biryarên ku 10 salin pêk nehatine de hewce bi gavên bi bandor heye.”