Li Qamişloyê kargeha Lîlîtê

  • 11:18 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo jinan kargeha dirûtin û karên destan a bi navê Lîlîtê vekir. 
 
Jin di pêşxistin û belavkirina çanda kurdî de roleke mezin dilîze. Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo parastin, pêşxistin û berfirehkirina çandê li Qamişloyê ji bo jinan kargeha Lîlîtê vekir. 
 
Ji bo naskirina xebatên di kargeha Lîlît de tê kirin û armanca avakirina kargehê, Rêvebera Kargeha Lîlîtê ya beşa dirûntinê Nûrhan Fethî Ebdullah ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku 7 sal in kargeha Lîlîtê hatiye avakirin û got: “Despêkê me li bajarê Amûdê ava kir û niha jî li bajarê Qamişlo berdewam dikin. Di kargehê de nêzî 10 jin dixebitin. Li kargehê hem beşa dirûnê hem jî beşa karê destan tê kirin û li vir kofî, kemer, şohî û her amûrên din ên ji bo cilên Kurdî tên çêkirin.”
 
Nûrhan anî ziman ku di kargehê de herî zêde ji bo komên çandî yên ku di şahiyan de cih digirin cilan çêdikin û wiha domand:  “Em herî zêde cilên filklorî yên ji bo komên govend, muzîkê û komên çandî yên ku di şahî û çalakiyan de cih digirin çêdikin. Cilên ku tên çêkirin ne tenê ya çanda kurdan e, hemû çanda pêkhateyên di herêmê de di nav xwe de digire û tên çêkirin.”