Jinên Periyê ku diçin hilbijartinan: Divê gundê me nû bikin

  • 09:06 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
Gulistan Gulmuş
 
DÊRSÎM - Li bajaroka Perî ya Dêrsîmê wê hilbijartin di 2’yê Hezîranê de pêk bên. Jinan diyar kirin ku divê qeyûm demildest biçin û hevşaredarên nû jî nûbûnekê bînin gundên wan.
 
Li bajaroka Perî ya navçeya Mazgîrd a Dêrsîmê hilbijartin wê di 2’yê Hezîranê de bên kirin û ji hilbijartinê re demek kurt ma. Namzetên  hevşaredariya Periyê Naciye Aslan û Orhan Çelebî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de gund bi gund digerin bi gel re tên gel hev. Di hilbijartinên berê de HDP bi ser ketibû lê qeyûm hatibûn tayînkirin. Jinên Periyê diyar kirin ku divê qeyûm biçe û yên tên hilbijartin divê bi pirsgirêkên gel re eleqeder bibin.
 
Beriya hilbijartinê jinên li gundê Paxnik û Soregê daxwazên xwe anîn ziman.
 
‘Bila xizmetek baş bê kirin’
 
Jina bi navê Fîrdevs Bulat ku ji gundê Soreg e da zanîn ku li gund qad ji bo jinan pir kêm e û got: “Me tu xizmet ji qeyûman negirtiye. Em qeyûman naxwazin. Bila şaredarê ku em hilbidibijêrin xizmetê bidin me. Bila tundiyê biqedînin û bila girtiyan berdin. Ava me havînê tuneye. Bila ev pirsgirêk bê çareserkirin. Bila ji jinan re qad bê vekirin. Em nikarin biçin kahweyan. Jin li malan tên gel hev. Bila ji bo jinan derfet bên nasîn. Bila peyarê bên çêkirin. Em xizmetek baş dixwazin.”
 
 
‘Bila ji bo jinan derfet bên nasîn’
 
Arzu Bolat a ji Soregê jî bi lêv kir ku piştî miriyên wan cihekî ku lê şîna xwe deynin tuneye û wiha pê de çû: “Pirsgirêka herî mezin rê ye. Mala Cemê li vir tuneye. Mîvanxane tuneye. Em dixwazin îradeya me qezenc bike. Divê jin bên gel hev û fikrên xwe bi hev re parve bikin. Ji bo ev pêk bên divê qad bên avakirin. Fikrên jinan her tim xweşik dike. Divê ji bo jinan derfet bên nasîn.”
 
‘Bila nûbûnekê bînin gundê me’
 
Haskar Çelîk jî destnîşan kir ku ew pîr e û nexweş e û wiha vegot: “Ez gelek zehmetiyan dikşînim. Nexweşiyê rewşa min hîn zehmetir kiriye. Pirsgirêka herî mezin rê ne. Divê rê bên çêkirin. Divê em xwedî li îradeya xwe derkevin. Divê pergal û nûbûnek nû bê gund. Bila her kes rastiyê tercîh bike.
 
‘Divê odeya gund bê çêkirin’
 
Sultan Erdogan jî diyar kir ku li gundê Paxnik rê gelek xerabe ne û wiha pê de çû: “Divê cihekî ku gundî lê bên gel hev hebe. Odeyek civînê tuneye. Li gund pergalek rêk û pêk tuneye. Rê gelek xerabe ne. Divê odeyek gund hebe. Cihekî me yê em bên gel hev tuneye. Pirsgirêkên me nayên çarserkirin. Kes tiştekî nake. Ez diçim Xarpêtê têm 500 TL didim. Divê ji bo vir serwîsek bê peydakirin.”