Li Lozanê der barê tecrîdê stand hat vekirin

  • 19:17 16 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lozanê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de stand hat vekirin û pergala îşkenceya li Îmraliyê hat teşhîr kirin.
 
Li Swîsreyê çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de dewam dikin.
 
Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê ve li qada St. Laûrentê stand hat vekirin.
 
Di tevahiya çalakiyê de têkîldarî pergala êşkenceya li Îmraliyê agahî hatin dayîn. Ji aliyê din aktivîstan danezan û her wiha pirtûkên Abdullah Ocalan ên li Girtîgeha Îmraliyê nivîsandine yên bi zimanê Fransî û Îngilîzî hatin belav kirin.