Nobeta Edaletê ya Amedê bi piştevaniyan didome

  • 16:22 16 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” di roja 13'yemîn de berdewam dike. 
 
33 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Grevên birçîbûnê 20 roj in berdewam dike. 
 
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) a Stenbolê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobeta Edaletê dan destpêkirin û tevlî pêngavê bûn.
 
Li Amedê çalakî di roja 13'yemîn de berdewam dike. Çalakiya Amedê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rêzanê didome. Li cihê çalakiyê pankarta “Ji dayiken lehengan hezar silav ji zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” û  “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. 
 
Îro endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, dengbêjên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê û gelek kes piştevaniya çalakiyê kirin. 
 
Çalakvan bi stran û klamên xwe çalakiya xwe berdewam dikin.