Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 12'an de ye: Bila tecrîd biqede

  • 13:33 16 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Di roja 12'emîn a Nobeta Edaletê de serdana gel dewam dike û di çalakiyê de peyama, "Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe hat dayin."
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 12’emîn de li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) berdewam dike. Meclîsa DEM Partî ya Wan, Tuşba û Ebexê serdana çalakiyê kirin. 
 
'Em piştgiriyê didin serhildana zarokên xwe'
 
Xizma girtiyan Aslihan Timur bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha got:"Şerta bidawîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Em tecrîdê qebûl nakin. Em piştgiriyê didin serhildana zarokên xwe ya li dijî vê bêhiqûqiyê û em dibêjin bila ev bêedaletî bi dawî bibe."
 
'Bila meseleya kurd bê çareserkirin'
 
Çalakiyê bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan","Bijî serok apo" û bi tilîliyan dewam kir. Ciwanan jî bi stranên gotin piştgirî dan çalakiyê. 
 
Di roja 12'emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de peyama, "Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe hat dayin."