Leona Ni Ghoill: Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gava demokratîkbûnê ye

  • 10:00 16 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî, aktîvîsta Jineolojiyê ya li Îskoçya û Îrlanda Bakur û femînîsta ku li ser koçber û penaberan dixebite Leona Ni Ghoill jî got, "Daxwazên me yên sereke ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî wê firsendeke çareseriyê biafirîne. Em ê hewl bidin ku paradîgmaya Tevgera Azadiya Kurd û têkoşîna azadiya jinê ya Tevgera Jinên Kurd li her derê welatên xwe bînin cih."
 
Şandeya Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 jinan pêk tên, derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di navbera dîrokên 9-14'ê Kanûnê de li Amed û Stenbolê serdana gelek saziyan kirin. Piştî serdanê li OHD'ê Şaxa Stenbolê daxuyanî dan. Piştî li Amedê jî serdana xwe bi dawî kirin şûnde dîsa li Amedê daxuyanî dan.  
 
Endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî, aktivîstan Jineolojiyê ya Îskoçya û Bakurê Îrlandayê, femînîst Leona Ni Ghoill a ku li ser koçber û penaberan xebatan dide meşandin da zanîn daxwaza wan ew e ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û wiha got:"Em ê li welatê xwe paradîgmaya azadiya jinên kurd û Tevgera Jinên Kurd, hewldanên wan ên ji bo azadiya jinan belav bikin û li her derê belav bikin."
 
Daxwaza jinan azadiya fîzîkî ye
 
Leona da zanîn daxwaza jinan a ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azadiya fîzîkî ye û wiha pê de çû:"Divê tecrîda li ser hemû girtiyan rabe. Me dema hevdîtin bi malbatên girtiyan jî kirin gotin daxwaza wan darizandineke adîlane û azadiya zarokên wan e. Yek ji daxwaza herî girîng jî rakirina tecrîdê bû."
 
'Em wekî delegasyon piştgiriyê didin daxwazên girtiyan'
 
Leona bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî di 27'ê Mijdarê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin û wiha lê zêde kir:"Ez ji Bakurê Îrlandayê têm. Di serhildana me ya dîrokî de jî çalakiyên girêvên birçîbûnê yên girtiyên siyasî heye. Raxistina bedena xwe ya li ber birçîbûnê yek ji teşeyên serhildanê ye. Daxwazên girtiyên di grevê de ne jî li ser bingeha mafê mirovan e. Em wekî delegasyon piştgiriyê didin daxwazên girtiyan. Lê tenê ne em divê hemû kesên ji demokrasiyê bawer dikin piştgiriyê bidin vê grevê."
 
'Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe'
 
Leona bi lêv kir ku di rapora wan eşkere kir de daxwaza wan ew bû ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha dewam kir:"Li ser bingeha daxwazên di rapora me de cih digirt de em azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan dikin. Em ji xeynî tecrîdê dixwazin polîtîkayên polîsîyeyê yên li ser kurdan bi dawî bibin. Divê qadeke ku gelê kurd bi awayekî azad bikaribin xebatên xwe yên çandî û hunerî li dar bixin bê avakirin. Ji bo meseleya kurd bê çareserkirin divê destûr bê dayin ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze."
 
'Divê welatên Yekîtiya Ewropayê PKK'ê ji nava lîsteya terorê derxe'
 
Leona da zanîn divê polîtîkayên êrişê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Rojava bên bidawîkirin û wiha got:"Ji bo meseleya kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin divê welatên yekîtiya Ewropayê PKK'ê ji nava lîsteya terorê derxe. Çimkî Tirkiye sînorên Yekîtiya Ewropayê diparêze. Em dizanin gelek hincetên bandorê li vê biryarê dikin hene. Divê li ser vana hevdîtin bên kirin û ji raya giştî re bên ravekirin. Divê welatên Yekîtiya Ewropayê ne li gor berjewendiyên siyasî li gor demokrasî û mafên mirovan tev bigerin."
 
'Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gava demokratîkbûnê ye'
 
Leona bal kişand ser azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Ne tenê bedena Abdullah Ocalan di heman demê de fikrên wî jî tên tecrîdkirin. Divê tecrîd bi dawî bibe. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan gava demokratîkbûnê ye. Em li gelek saziyan geriyan û me rapor amade kirin em ê hewl bidin van raporana li her derê cîhanê belav bikin. Daxwazên me yên sereke ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî wê firsendeke çareseriyê biafirîne. Em ê hewl bidin ku paradîgmaya Tevgera Azadiya Kurd û têkoşîna azadiya jinê ya Tevgera Jinên Kurd li her derê welatên xwe bînin cih."
 
 
 

Etîketan:

Abdullah Ocalan