Parlamentera DEM Partiyê behsa hevdîtinên xwe yên li Başûr kir

  • 09:03 16 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan, serdana xwe ya li başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku jin li Tirkiye û Başûrê bi heman zihniyetê re rû bi rû ne û got:"Hevdîtinên me wê bidomin."
 
Şandeya ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), siyasetmedar û nûnerên saziyên jinan pêk tê di çarçoveya kampanyaya  bi dirûşma "“Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” ya Tevgera Jinên Azad (TJA) li serdana başûrê Kurdistanê kir. Di serdanên sazî û rêxistinên jinan û partiyên siyasî de êrişên li hemberî jinan hatin nîqaşkirin û plansaziya pêşerojê hatin derxistin. 
 
Derbarê serdanê de parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser mijarên hevdîtinan. 
 
Sabahat, diyar kir ku şandeyê re gelek serdan pêk anîn û mijarên wekî yekitiya jinan û yekitiya navneteweyî de gelek hevdîtin pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me bi waliyê Silêmaniyê re hevdîtin pêk anî. Me bal kişand ser suîkastên li hemberî kurdan. Me bal kişand ser zîhniyeta ku li Parîsê qetlîam pêk anî û zîhniyeta ku li Başûr qetlîam pêk tînin û me got heman zîhniyet in. Her wiha di hevdîtnên me de em li ser mijara şaredariyan jî rawestiyan. Dîsa me bi Şehnaz Îbrahîm Ahmed re jî hevdîtin pêk anî. Dîsa di serdanan de em li ser pêvajoyê rawestiyan û me bal kişand ser êrişên Dewleta Tirk a li hemberî Başûr. Me di axaftinên xwe de behsa suîkast û êrişên ku zirarê didin kurd û yekitiya kurd. Dîsa li ser bi hêzkirina jinên kurd nîqaş hatin kirin. Ji bo me hemû hevdîtin erênî bû."
 
Heman pirsgirêkên jinan
 
Sabahat da zanîn ku bi gelek saziyên jinan û bi taybet RJAK'ê re hevdîtin pêk anîne û diyar kir ku serdan bi taybetî ji bo saziyên jinan hatiye kirin û pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê tên jiyîn weke pirsgirêkên giştî yên jinan in. Sabahatê wiha dewam kir, “Li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Em bi tacîz û tecawizkirina jinan re her roj li roja nû şiyar dibin. Lê me dît ku ev zihniyet  li Bashûr jî belav bûye. Polîtîkayên li vir û li wir dişibin hev. Polîtîkayên ku gel, jin, ciwan, aborî û hilberînê li ber çavan nagirin tên pêşxistin. Di dema ku em di pêvajoya ku gelek krîz bi tundiyê tên tepisandin re derbas dibin, me dît ku ev yek li Bashûr jî bi heman rengî ye. Her wiha me xwest em li ser mijarên ku jin xwe dişewitînin, xwe dikujin, şîdet li wan tê kirin û herî zêde ji şer bandor dibin de werin cem hev. Di vê dema ku li çar parçeyên Kurdistanê şer û tunekirina gelê Kurd berdewam dike de me li  Başûr jî dît ku jin çiqasî ji vî şerî neyînî bi bandor dibin.  Ji ber vê yekê me bi taybet bi saziyên jinan re hevdîtin pêk anîn."
 
'Dê hevdîtinên me berdewam bikin'
 
Sabahatê, da zanîn ku rêxistinên jinan ên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne, gotine ku  ew êrîşên PDK'ê yên li Başûrê Kurdistanê rast nabînin û wiha got: "Gotin ku ew jî ji vê pêvajoyê neyînî bi bandor bûne. Di axaftinê de hat gotin ku nêzîkatiyek ku gel li ber çavan nagire û tenê li berjewendiyên xwe dinêrin heye, lewma ev yek xizmeta yekitiya neteweyî nake, xizmeta berjewendiyên xwe dike. Zîhniyeta serdest a mêr gavên ber bi yekîtiya neteweyî ve asteng dike. Em li vir li pêşiya rêxistinbûna jinan bi astengiyan re rû bi rû ne, lê em dizanin ku ne tenê li cem me, li Rojava û Rojhilat jî sîstem ji hev cuda ne. Jin bi hemû rêbazan hewl didin li hev kom bibin. Me biryar da ku ev têkilî bên xurtkirin û em bêhtir bên cem hev. Hevdîtinên me wê bidomin û planeke hevpar wê derkeve holê. Em bi çar hikûmetên faşîst ên ku me înkar dikin, dixwazin me tune bikin û qada jiyanê ya me tune dikin re rû bi rû ne. Li dijî van divê jinên her çar parçeyên Kurdistanê xwe bi rêxistin bikin.”