ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 16 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Nivîskar Elîf Gemîcîoglu Yavîç e ku bi salane di qada zimanê kurdî dixebite, niha jî pirtûka ewilî ya pirs û bersivan a bi navê “Pirsên Rêzimana Kurmancî” çap kir.  Elîf, anî ziman ku ji dapîra xwe sirûşê girtiye û got ku ger zimanê kurdî nebe ew civak jî tuneye. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê yên bi dirûşma "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî" di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin û çalakiyên Nobetên Edaletê de banga mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê da û wiha got: "Tundiya li ser gelê kurd zêde dibe û em vê qebûl nakin loma divê em têkoşîna xwe hîn mezin bikin." BI DÎMEN 
 
* Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan, serdana xwe ya li başûrê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku jin li Tirkiye û Başûrê bi heman zihniyetê re rû bi rû ne û got:"Hevdîtinên me wê bidomin." BI DÎMEN 
 
*Rojnamegera îranî Meryem Zengene sala 2023'yan nirxand û bal kişand ser tundiya li hemberî jinê û berxwedana jinan got: "Di mijara tundiyê de gel rêxistinbûna xwe ava dike. Di destê gel de çek tuneye lê dikarin parastina xwe ya cewherî pêk bînin.” PANORAMA
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê ‘Parastina mirovê azad’ de ya pêşkêşî dadgeha Atînayê kir de, derbarê komploya navneteweyî û çareseriya pirsgirêka Kurd de nirxnadinên girîng dike. DOSYA
 
*Endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî, aktîvîsta Jineolojiyê ya li Skoçya û Îrlanda Bakur û femînîsta ku li ser koçber û penaberan dixebite Leona Ni Ghoill jî got, “Daxwazên me yên sereke ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî wê firsendeke çareseriyê biafirîne. Em ê hewl bidin ku paradîgmaya Tevgera Azadiya Kurd û têkoşîna azadiya jinê ya Tevgera Jinên Kurd li her derê welatên xwe bînin cih." BI DÎMEN