Greva birçîbûnê ya li Qamişloyê bi dawî bû

  • 21:11 15 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya Qamişloyê bi peyamên mezinkirina têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bû.
 
Însiyatîfa Gel a Azadiya  Abdullah Ocalan, ji bo piştgiriya berxwedana li zindanên Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê bi diruşma ′Em ê berxwedana zindanan zindî bikin û bi rih û nirxên şehîdan Rêberê xwe azad bikin′ li pêş Komseriya Penaberan a NY′yê li taxa Siyahî ya Qamişloyê konê çalakiyê veda.
 
Di bin konê çalakiyê de endama Însiyatîfa Gel Semîre Mihemed berxwedana Abdullah Ocalan û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê silav kir û got: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rastî û cewhera gelan derket hole. Ji lew re îro tevahî pêkhate li dijî faşîsta Tirk a li dijî hêvî û armancên gelan e, disekine û banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin.  Siyasetên tecrîd û qirkirinê me ji Rêbertî bi dûr naxin û têkoşîn me têk nabin."
 
Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ubeyd Ete jî bal kişand ser hembêzkirina gelan û civandina li dora fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî kir û wiha got: "Fikrên Rêbertî îro ji gelên cîhanê re ku êdî di bin nîrê siyasetên rejîmên hegemon in, hêvî ne. Ji lew re tevahî gelên Kurdistan, Afrîkya, Amerîka Başûr û Ewropa banga azadiya wî ya fîzîkî dikin.Ji her demê zêdetir em îro bi israr in û em ê di têkoşîn û lidarxistina çalakiyên xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî û tevahî girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk dewam bikin."
 
Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Silêman Ehmed ve bi dawî bû.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên qirkirin û ferzkirina tecrîdê li dijî  Abdullah Ocalan gel ji têkoşîn û berxwedanê bi dûr naxe, ji ber ku  Abdullah Ocalan ne tenê nûnertiya gelekî dike, nûnertiya tevahî gelan, dozên wan dike û di oxira pêkanîna edaletê de têdikoşe.
 
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û CPT′yê hate kirin ku der barê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de bixebitin.
 
Wê çalakiyên greva birçîbûnê sibe li Amûdê 2 rojan dewam bike.