Li dijî qedexekirina konsera NÇM’ê bertek

  • 19:32 15 Kanûn 2023
  • Rojane
ENQERE- Serokwekîla Koma DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş der barê qedexekirina konsera NÇM’ê ji bo 32 salavgera damezrandina NÇM’ê wê pêk bihata axivî û got: “Ez vê ji qeymemqam re bêjim; Bawerim saz wek füze, bateri jî wek F16 dîtine. Di bin navê aramiyê de aramiya gel ji kokê tune kirine.”
 
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê bi boneya 32’yemîn salvegera xwe di 16’ê kanûnê de bi dirûşma “Roja azad, hunera azad”  li navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê konser li dar bixista. NÇM’ê ragihand ku Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bêyî hincetekê nîşan bide, konsera wan qedexe kiriye .Serokwekîla Koma DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş bertek nîşanê qedexekirina konsera NÇM’ê ji bo 32 salavgera damezrandina NÇM’ê da.
 
Meralê da zanîn ku hinceta qedexeyê ‘ewlehiya cemawerî’ nîşan dane û got di saleverên 30-31 û 32’an de jî bi destê qeymeqamên Stenbolê bernameyên NÇM’ê hatine qedexekirin û got: “Ez vê ji qeymemqam re bêjim; Bawerim saz wek füze, bateri jî wek F16 dîtine. Di bin navê aramiyê de aramiya gel ji kokê tune kirine.”