Li Efrînê 435 kes hatin revandin

  • 16:19 15 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Navenda Belgekirina Sûcan, li Efrînê revandina welatiyan didomînin. Ji destpêka salê ve 435 kes hatine revandin.
 
Navenda Belgekirina Sûcan ragihand ku çeteyên Artêşa Wetenî, di çend rojên dawîn de li herêmên cuda yên Efrînê 6 welatî revandine. Navendê diyar kir ku bi piranî çete bi ser malan de digirin, deriyên malan dişikînin, lêgerînê dikin, diziyê dikin û welatiyan direvînin.
 
Li gorî navendê, ji destpêka sala îsal ve li Efrînê 435 kes hatine revandin. Di nava wan de zarok û 180 nexweş hene û pêwîstiya wan jî bi dermankirina bilez heye.