Nobeda Edaletê di roja 12'an de ye: Têkoşîn didome!

  • 15:26 15 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê di roja 12'an a Nobeda Edaletê de peyama "Têkoşîn didome" hat dayîn.
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên li girtîgehan di çarçoveya kampanyaya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî"de  dewam dikin, Nobeda Edaletê ya ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan li Amedê hat destpêkirin di roja 12'an de dewam kir.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê hat destpêkirin, îro ji aliyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Koçberan re û gelek kesan ve (GOÇ-DER) ve hat ziyaretkirin.
 
Di çalakiya nobedê de peyama wê bi biryardarî çalakî dewam bike hate dayîn û dirûşmên "Bijî Berxwedana zindanan" hatin berzkirin.