Nobetên Edaletê: Heke Rêber Apo azad nebe em jî azad nîn in

  • 16:20 14 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên Nobetên Edaletê yên li gelek bajaran tên meşandin de peyama “Heya Abdullah Ocalan azad nebe dê çalakî dom bike.Heke Rêber Apo azad nebe em jî azad nîn in. ” hate dayîn.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin ev 33 meh in tu agahî nayên girtin. Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî" de li girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê û li derve jî Nobetên Elaletê hatin destpêkirin û didomin. Serdanên ji bo çalakiya Nobeta Edaletê ya li Mêrsîn, Edeneyê, didome îro jî dewam kirin.  
 
Mêrsîn
 
Nobeta Edaletê ya Mersînê li avahiyê TUAY-DER a Çukurovayê bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên saziyên sivîl, berdewam dike. Di 11’emîn roja nobetê de Gulê Kanpolat axivî û got: “Ev 11 roj in em di vê dîwanê de rûdinin. Ez dixwazim tecrîda li ser Rêber Apo û girtiyan were rakirin. Heya ku Rêber Apo azad dibe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Heke Rêber Apo azad nebe em jî azad nîn in.”
 
Edene
 
Nobeta Edaletê ya li avahiyê AATUHAY-DER’ê hatiye destpêkirin jî bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, di roja 11’emîn de berdewam dike. Dayika Aştiyê Bezo Orûç destnîşan kir ku divê hemû derdor li çalakiya wan xwedî derbikevin û got: “Em azadiya hemû girtyan dixwazin. Em dixwazin tecrîda li ser Serokatiya me were rakirin û azad bibe. Girtiyên di girtîgehan de ji bo azadiya Rêbertiya me di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em jî ji bo wan li vir di nobetê de ne.”