'Butçe ji gel re nayê veqetandin'

  • 15:23 14 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di hevdîtinên bûdçeyê de diyar kir ku AKP hewl dide hegemonyayeke çandî ya nû ava bike. Gulistan, bal kişand ser êrişên li dijî qadên çandî û got: “Îktîdara we dijminê kurdan e.”
 
Hevdîtinên Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Serokatiya Meclisê hatibû kirin û piştî ji Komîsyona Plan û Butçeyê derbas bû li Lijneya Giştî hevdîtinên wê dest pê kiribû, di roja sêyemîn de didomin. Di rûniştina ewil a hevdîtinên îro de bûdçeyên Wezareta Çand û Turîzmê, Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî û saziyên girêdayî wê hatin nîqaşkirin. Di rûniştinê de ji ewil Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parî) axivîn.
 
Lijne bi kurdî silav kir
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyîgît Lijneya Giştî ya Meclisê bi kurdî silav kir. Koçyîgît, diyar kir ku çandên qedîm ên Mezopotamyayê tune tên hesibandin û wiha got: “Di televîzyon û fîlman de gelemperî kurd weke kesên cînayetan dikin, kesayetên krîmînal, yên bi tirkiyeke xerab diaxivin tên nîşandan. AKP, hewl dide hegemonyayeke nû ya çandî ava bike. Kiriyarên qeyûman mînakên vê ne. Çi dikin? Tevahiya hebûnên çanda kurdî rastî polîtîkaya înkarê tên. Yek ji armancên tayînkirina qeyûman jî ew bû ku pêşî li ber xebatên çandî yê li herêmê bigirin.”
 
‘Îktidar dijminatiya kurdan dike’
 
Bi domdarî Gulistan wiha bang li AKP’iyan kir: “Peykerê Ehmedê Xanî yê li Bazîd a Agiriyê we rakir, Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan a li Sêrtê we da hilweşandin. Peykerê Lamassu yê li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wer rakir, peykerê Orhan Dogan ê li Cizîrê we rakir, Bîrdariya Roboskê ya li Amedê we rakir, berhemên şaristaniya Merwaniyan we rakirin, peykerê Ahmed Arîf ê li Amedê we rakir. Hûn îktîdareke ewqas bêwijdan û ewqas dijminên kurdan in ku we peykerê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan hatibû qetilkirin ê li Qoserê jî we rakir.”
 
‘Cînayetên mafyayan û bêcezatiyê vedişêre’
 
Piştre jî Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk axivî. Sevîlay, got ku RTÛK ji bo Erdogan û berjewendiyên AKP’ê weşanan dike. Çelenk, got ku ji bo RTUK’ê milyarek û 81 milyon lîre bûdçe hatiye veqetandin û ji van 670  milyon jê lêçûnên xebatkaran in. Sevîlay, pirsa “Gelo ev qas xebatkar çi dikin?” kir û ev tişt anî ziman: “Rêgezên RTUK’ê û kiriyarên wê çi eleqeya xwe b hev nîne. Krîza heyî, xizanî, cînayetên mafyayan û bêcezatiyê vedişêre.”