Li Wanê Nobeta Edaletê didome: Em ê xwedî li daxwazên girtiyan derkevin

  • 14:15 14 Kanûn 2023
  • Rojane
 
WAN - Nobeta Edaletê ya ku li Wanê hat destpêkirin di roja 10’emîn de bi serdanan berdewam dike. Di serdanê de peyama berxwedanê hat dayîn û banga xwedîderketina li daxwazên girtiyan hat kirin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê li Wanê hat destpêkirin. Çalakî di roja 10’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de berdewam dike, îro rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û DBP’ê ya Bêgirî, taxên Yali, Selîmbey û Surmelî ya navçeya Rêya Armûşê û ÇEV-Der serdana çalakiyê kirin û piştevaniya xwe anîn ziman. 
 
‘Bi berxwedanê tecrîdê bişkînin’
 
Di çalakiyê de Hevberdevkê taxa Yali yê Deham Saribûlak axivî û anî ziman ku çalakiya hatiye destpêkirin gelek girîng e û got ew ê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin.
 
‘Bila her kes xwedî li girtîgehan derkevin’
 
Piştre rêvebira TUHAY-Der’ê Sosin Oktay axivî û got: “Hêviya me heye ku em ê bi çalakiyên û berxwedanê tecrîdê bişkînin. Em li berxwe bidin Birêz Ocalan û girtiyên xwe rizgar bikin. Ji ber vê yekê banga me ji hemû dayikan ew e ku bişa hişyar bin. Bila xwedî li girtîgehan derbikevin.”
 
‘Mîlyonan ciwanên me di bin tecrîdê de ne’
 
Welatiya bi navê Munîfe Kaçak jî destnîşan kir ku ew piştevaniya vê çalakiyê dikin û wiha pê de çû: “Armanca me ew e ku bila pêşiya vê xwînê bê girtin. Bila ji vê pirsgirêkê re çareseriyek bê dîtin û aramî bê vê dinyayê. Banga me ji kesên ku dibêjin parazvanê mafê mirovanin bila ji vê yekê re çareseriyekê bibînin. Bi mîlyonan ciwanên me di bin tecrîdê de ne. Em dixwazin ev tecrît rabe. Azadî bê vê dinyayê û dayik negirîn. Beriya ku dereng bibe bila çareseriyek bê dîtin. Bila daxwaza girtiyan û çalakvanan bi cih bînin.”
 
Çalakî di nava rojê de bi serdanan berdewam kir û di dema serdanan de stran hatin gotin. Çalakî bi stranan û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berdewam dike.