KJAR: Bibin dengê berxwedana girtiyan

  • 13:16 14 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser zextên li ser girtiyên li girtîgehên Îranê û diyar kir ku girtîgeh kelehên têkoşîn û berxwedanê ne, bang kir ku çalakgerên civakê bibin dengê girtiyan.
 
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), têkildarî girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan, endama KJAR’ê Werîşe Mûradî ya ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin her wiha zextên li ser girtiyên jin daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Di daxuyaniya niviskî de wiha hat gotin: 
 
"Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, serhildana bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' çêbûye, tirsê li ser hikumeta Îranê çêkiriye Serhildana bi navê jin jiyan azadî ya ku enerjiyê da jinan tevî gelek zextan jî berdewam kir. Di van rojên dawî de bi nûçeyek ku hat weşandin hat diyarkirin ku Zeyneb Celaliyan a bi cezayê muebetê çend sal in girtî ye; careke din kirine bin lêpirsînê. Li ser vê yekê hemû kesên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, fikarên xwe anîn ziman. 16 sal in Zeyneb Celaliyan tevî hemû îşkenceyên hikumeta faşîst a Îranê paşve gav navêtiye.
 
Zeyneb Celaliyan niha li girtîgeha Yezdê ye. Nexweşiyên wê hene. Di devê wê de birîn heye, nezleya çav, nebaşbûna dîtina çav, bêhgirtin, hezimnekirin û nexweşiyên guçikan pê re hene. Tevî van hemûyan jî nikare derman bibe û her diçe ronahiya çavên wê kêm dibin. Êrîş û şîdeta li ser Zeyneb Celaliyan bi salan e didome peywirdarên Wezareta Enformasyonê bi salan zexta poşmaniyê lê kirin lê 16 sal in tevî hemû zextan jî berxwedana xwe didomîne. Rejîm tu carî bi zextan negihîşt armanca xwe.
 
Rejîma Îranê ya dijberî jinan, jinên ku di warê nasname û hebûna xwe de diaxivin, li pêşiya xwe weke astengî dibîne. Rêhevalên me yên weke Werîşe Muradî, Golrokh Ebrahîmî Iraeî, Azîzî Phrafan û Nergîs Muhammedî, di vê pêvajoyê de çalak bûn nêrînên xwe di warê nasnameya jinan, hebûn û mafên wan de anîn ziman. Rejîm bi lêpirsîn, zextên li ser malbatan, sansur û hwd. şerê psîkolojîk li dijî jinan didomîne. Girtîgeh bûne awêneya civakê. Dixwazî mal, bajar, kolan, her der bûye cihê berxwedanê û bi hev re girêdayî ne. Ne îdam ne cezayê muebetê ne jî îşkence dê armancên rejîmê pêk neynin lewre dîrokeke dirêj a berxwedana jinan û girtîgehan heye. Me dît ku li çar aliyên Îranê civaka ku ji azadiyê hez dike çawa bû dengê jinên çalak.
 
Li aliyê din di nava hefteyek de piştî ku Azîzî Phrafan birin girtîgeha Evînê, bi nûçeyek ku hat weşandin diyar bû ku jina ciwan Samîra Sabzian cezayê îdamê girtiye. Samîra jineke ciwan e û deh sal in di girtîgehê de ye. Ew dayika du zarokan e, hikumeta dijberî jinan a Îranê, hewl dide wê bi darve bike.
 
KJAR’ê her dem bawer kiriye ku girtîgeh, kelehên têkoşîn û berxwedanê ne. Di têkoşîna li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de gelek jinan xwe feda kirin. Em diyar dikin ku em ê ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bidomînin û ji hemû aktivîstên sivîl û siyasî dixwazin ku bibin dengê girtiyan.”