Serdana Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya MKG û DFG

  • 13:03 14 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Delegasyona Jinan a Navneteweyî MKG û DFG ziyaret kir. Di serdanê de armanca avakirina MKG û zextên li ser rojnamegerên kurd ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin nirxandin.
 
Delegasyona Jinan a Navneteweyî Komeleya Rojnemgerên Jin ên  Mezopotamya û Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ziyaret kir. Endamên heyetê ku di nav de parêzer, siyasetmedar û akademîsyen jî hene, ji aliyê Seroka MKG'ê Roza Metîna, Rêvebera Nûçeyan a JINNEWS'ê Safiye Alagaş û endama DFG'ê Gulşen Koçuk ve hatin pêşwazîkirin.
 
Roza li ser dema avabûna MKG û armancên wê ji endamên heyetê re axivî û bal kişand ser zext û tundiya giran a li hemberî rojnamegerên li Kurdistan û Tirkiyeyê.