DEM partî: Ne ji şer re ji pêediviyên bingehîn re bûtçe

  • 12:34 14 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Cîgira Hevserokatiya Komîsyona Xebatê ya DEM Partiyê Sevtap Akdag Karahali di civîna çapemeniyê ya li navenda partiya xwe de li ser mûçeyê kêmtirîn nirxandin kir.
 
Cîgira Hevserokatiya Komîsyona Xebatê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Sevtap Akdag Karahali di civîna çapemeniyê ya li navenda partiya xwe de li ser mûçeyê kêmtirîn nirxandin kir. û wiha got: “Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be.” 
 
Sevtap, da zanîn ku heqdestên reel ên karker û kedkaran her tim dihelin û li hemberî zemên rojane tên kirin nikarin debara xwe bikin. Karahali, wiha dom kir: “Heqdestê tê dayîn di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de ne. Kêmtirîn mûçe jî di bin sînorê birçîtiyê de ma ye. Dahatên karkeran nikarin lêçûnan pêşwazî bikin. Tundiya aborî, êrişeke li dijî mafê jiyana mirovane ye. Kêmtirîn mûçe herî zêde karker û kedkaran eleqeder dike.” 
 
'Dayenyên TUÎK'ê ne rast in'
 
Sevtabê, da zanîn ku dema karkerên qeyda wan nehatiye çêkirin û penaber jî lê tên zêdekirin, ji sedî 66’ê karkerên li sektora taybet dixebitin kêmtirîn mûçeyê werdigirin. Karahali, wiha pê de çû: " 18 milyon û 821 ji bo kêmtirîn mûçeyê an ku bi 11 hezar û 400 lîreyan dixebitin. Divê daneyên enflasyonê yên fermî weke parametreya zêdekirina kêmtirîn mûçeyê nebin û nabin jî. Rêjeya enflasyonê ya ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) dibêje, rast nîne. Lewma divê esas neyê girtin.” 
 
'Sînorê xizaniyê 50 hezar lîre ye'
 
Herî dawî jî Sevtabê wiha got: “Sînorê xizaniyê gihiştiye 50 hezar TL’an. Mûçeyê herî kêm ê memûrekî 20 hezar û 352 TL ye. Ev reqem dê di çileyê de herî kêm bibe 26 hezar û 500 TL. Divê kêmtirîn mûçe jî herî kêm bibe 25 hezar TL. Ji bo ku kêmtirîn mûçe bikare xwe li ber enflasyonê bigire, her cara ku enflasyon zêde dibe divê kêmtirîn mûçe jî zêde bibe. Lewma divê her 4 mehan carekê bê zêdekirin. Weke DEM Partiyê ji bo hemû pirsgirêkan çareseriyên me hene. Divê Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê bê betalkirin û pêvajoya diyarkirina kêmtirîn mûçeyê weke bazariyeke komî were dîtin.”