Di encama êrîşan de du jin hatin qetilkirin

  • 12:17 14 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED/ENQERE - Li Amed û Enqereyê di encama êrişan de du jin hatin qetilkirin. 
 
Duh di saetên şevê de li navçeya Bajarê Nû ya Amedê li naverasta kolanê li dijî jina bi navê Medîne Polat êrişa çekdarî hate kirin. Li ser agahiya kesên li derdorê Medîne rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Tevî hewldanan jî Medîneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Medîneyê ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê. 
 
Hat zanîn ku têkildarî qetilkirina Medîneyê, mêrê pê re hatibû zewicdanin M.P. hate binçavkirin. 
 
Enqere
 
Jina bi navê Nûrsena Kozan (25) jî şevê din li Taxa Tandogan a Sîncan a Enqereyê ji aliyê mrê dest jê berdabû yê bi navê Ş.Ş. êrîş lê hat kirin Nursenaya,ku li nexweşxaneyeke taybet dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Êrişkar Ş.Ş. jî hate binçavkirin.