ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN

  • 09:00 14 Kanûn 2023
  • Rojev
 
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji roja anîne Tirkiyeyê bi dehezaran rupel nirxandin kir. Yek ji van pirtûka "Ji Dewletên Rahîp Sumer ber bi Komara Gel" bû.  Abdullah Ocalan li dijî komployê bi sekna xwe fikrên xwe gerdunî dike. DOSYA 
 
*Endama Koperatîfa Parêzerên Jin IACTA, Paula Martîn Ponz ku bi heyeta Delegasyona Jinan a Navneteweyî re hatibû Stenbolê wiha got: “Abdullah Ocalan lîderê Gelê Kurd e. Ev têkoşîn ne tenê ji bo Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû Gelê Kurd e. Ji ber vê divê Abdullah Ocalan azad be. Dirûşmeya "Jin jiyan azadî" ji bo me dibe hêviyek nû. Ji ber bi vê re tevdigerim kêfxweşim.” BI DÎMEN
 
*Hevseroka GOÇÎZ-DER’ê Medya Alkan srelêdanên îltîcayê ya ji bo welatên Ewropayê nirxand û got: “Ev koçberî dibe sedema ku herêma Kurdistanê bê mirov hiştinê. Em axa xwe terk nekin. Ev ax ya me ye.” 
 
*Siyasetmedarên jin, diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 33 mehe agahî jê nayê girtin divê demildest bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Siyasetmedaran wiha got: “Gel ji Îmraliyê agahiyê dipê.” BI DÎMEN 
 
* Li taxa Sersiya ya Pîranê meheke welatî bê av û ceyran in. Welatiyan bertek nîşanê rewşê dan û gotin: “Ew çawa ji xwe re li dengan digerin em jî li mafê xwe digerin.” BI DÎMEN 
 
*Têkildarî dorpêçkirina taxên Şêxmeqsû û Eşrefiyê yên li Helebê, Cîgira Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Arîn Henan wiha got:"Em ê li dijî dorpêçkirina Hikûmeta Şamê li berxwe bidin." BI DÎMEN 
 
* Nafiye Kuçuk a ku 2 kurên wê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hatin qetilkirin, diyar kir ku her tim serbilind in û wiha got: "Zarokên me qetil kirin û her tiştê me talan kirin. Heta ez sax bim ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî zarokên xwe biparêzim. Serê me bilind e. Em kurd in. Em nikarin bibin tirk. Em ê heta dawiyê doza xwe bişopînin." BI DÎMEN 
 
* Xizmên girtiyên ku di pêşengiya MATUHAYDER’ê de "Nobeda Edaletê" dan destpêkirin gotin, “Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin. Em ê navçe navçe 'Nobeda Edaletê' bidomînin. Heta ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bê bidawîkirin em ê berxwedana xwe bidomînin." BI DÎMEN