Butçeya wezareta parastina neteweyî ji meclîsê derbas bû

  • 22:14 13 Kanûn 2023
  • Rojane
ENQERE- Butçeya Wezareta Parastin û Wezareta Çavkaniyên Enerjiyê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat dîtin, bi dengên AKP-MHP’ê hat qebûlkirin.
 
Runiştina îro ya hevdîtinên butçeya sala 2024’an bidaweî bû. Di runiştina îro de butçeya  Wezareta Parastin û Wezareta Çavkaniyên Enerjiyê ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat dîtin. Piştî axaftinên nûnerên partiyên siyasî şûnde her du butçe ji dengdanê re hatin pêşkêşkirin û bi dengên AKP-MHP’ê di Lijneya Giştî de hatin qebûlkirin.