Li Zonguldakê 34 xwendekar li yurda KYK’ê jehrî bûn

  • 18:58 13 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Alapli ya Zonguldakê 34 xwendekarên li yurda KYK’ê diman di taştê de jehrî bûn.
 
Xwendekarên li Yurda KYK’ê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Alapli ya Zanîngeha Bulent Ecevît (ZBEU) ya Zonguldakê diman jehrî bûn.
Xwendekaran sibehê di taştê de rîçal, penîr, zeytun û kartolên biraştî xwarin. Piştre 34 xwendekar ji mîdeya xwe nerehet bûn û vereşîn. Di demên cuda de serî li nexweşxana dewletê ya Alapli dan. Xwendekar bi gumana jehrî bûne hatin dermankirin û 11 heb jî bi hinceta cih tuneye sewqî nexweşxaneyên Ereglî kirin.
 
Hat hînbûn ku reşwa xwendekaran başe û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ji xurekan mînak girtine.