Li Hesekê meşa girseyî ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan

  • 16:46 13 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê bi sedan kesî bi meşeke girseyê xwestin rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê zelalkirin û daxwaza azadiyê wî ya fîzîkî kirin.
 
Çalakiyên bi daxwaza aşkerakirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi sedan şêniyên Hesekê meşek girseyî li dar xist. Meş ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan a li taxa Mişêrfê dest pê kir. Di meşê de pankartên "Bi rihê berxwedana girtiyan em ê Rêber Apo azad bikin”, “Bi rihê berxwedana Tîrmehê em ê bi ser bikevin” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin.
 
Meş li sûka navendî ya li taxê veguherî mîtîngê. Endama rêveber a Meclisa Jinên Ciwan a PYD'ê ya herêma Cizîrê Sara Hesen axivî û got armanc ji komployên navneteweyî û tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan şikandina îradeya gelan û têkbirina projeya wî ya demokratîk e.
 
Sara Hesen got ew ê bi felsefeya Abdullah Ocalan ve girêdayî bin, heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were.
 
Endamê meclisa PYD'ê ya navçeya Holê Emar El Mûsa jî bang li saziyên mirovî kir ku li ber binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Abdullah Ocalan rabin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana  Abdullah Ocalan bi dawî bû.