Ji ber nûçeya çêkir derbarê Dîren Yursever de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 15:24 13 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Midûra Karên Nivîsan a MA’yê Dîren Yurtsever ji ber nûçeya bi sernavê “Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin” îfade da. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser giliyê Samî Baran ku di Doza Kobanê de weke şahid lê hat guhdarîkirin, derheqê Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever lêpirsîn da destpêkirin. Nûçeya bi sernavê “Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin” jî di nav de ji ber hinek nûçeyên di navbera 2018-2019’an de hatine weşandin, derheqê Dîrenê de lêpirsîn hate vekirin. Dîrenê di çarçoveya lêpirsînê de li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade da. Dîrenê, bi îdiayên “Propagandaya rêxistinê” û “Kes hedef nîşan da ye” hate tawanbarkirin. 
 
Dîrenê, di îfadeya xwe de diyar kir ku doza behsa xeberê dozeke cemaweriyê ye û di serî de rojnameger li her kesî vekirî ye. Bi domdarî Dîrenê got ku di danişînê de girtek û nav nepen nînin lewma hêmayên sûc çênabin. 
 
Dîrenê tawanbariyên tên kirin red kir û got ku nûçeyên di MA’yê de hatine weşandin hêjayî nûçeyê ne û di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de hatine weşandin.