Hevpeymana Civakî ya nû ket meriyetê

  • 14:45 13 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û tê de çawa û qonaxên amadekirina hevpeymana civakî, mekanîzmeya pejirandina wê û ketina hevpeymana civakî ya nû meriyetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zelal kir.
 
Endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Meclisa Dadê li ber avahiya Meclisa Rêveber kom bûn û bi 3 zimanan daxuyaniyek da. Cîgira hevserokatiya Meclisa Giştî Fatme Xelîl, hevserokê Meclisa Giştî Ferîd Etê û cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber Gebrîyel Şamûn daxuyanî xwend.
 
Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku piştî xebatên 2 salan, ji bo berjewendiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo mîsogeriya meşandina kar û xebatan û li gorî pêşniyarên xelkê herêmên Cizîr û Firatê, meclisê hevserokatî erkdar kir ku biryarekê bide ku li gorî wê hevpeymana civakî ji nû ve were sazkirin.
 
Di berdewama daxuyaniyê de meclisê destnîşan kir ku meclisê biryara hejmar bi 6 di 14'ê Kanûna 2020’an de da û li gorî wê, avakirina komîteyekê hat erêkirin ku erka wê ji nû ve sazkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser e.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 
 
“158 endamên komîteya berfireh a sazkirina hevpeymanê li Hesekê civiyan. Di nava wan de nûnerên partiyan, jin, ciwan, pêkhate û kêmneteweyên herêmê hebûn. Avakirina komîteyeke biçûk ku ji 30 endaman pêk tê, hat erêkirin. Komîte zêdetirî 6 mehan xebitî û dûre encamên xebatên xwe ji komîteya berfireh re pêşkêş kirin ji bo ku nîqaş bike.
 
Bi temamkirina amadekirina reşnivîsê re, endamên komîteya berfireh civîn ji gel re li herêmên Rêveberiya Xweser û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkirin. Armanc jî, nîqaşkirina detayên reşnivîsa hevpeymanê bû, wergirtina nêrîn û pêşniyarên wan. Dûre ji komîteya sazkirina hevpeymanê re bê pêşkêşkirin û nîqaşkirin. Komîteyê di 4 rojan de li avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê ji 4`ê Kanûnê heta 7`ê heman mehê civiya û di encamê de forma dawî ya hevpeymanê amade bû. Dûre ji Meclisa Giştî re hat şandin ji bo ku ji aliyê endamên wê ve û beşdariya nûnerên meclisên qanûnsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl bê erêkirin.
 
Li ser vê esasê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Hevpeymana Civakî ya nû ragihand."