Li herêma Firatê sê projeyên mezin

  • 14:34 13 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser asta Herêma Firatê mezintirîn projeyê ji bo gel têne bicihanîn. Karê ji bo avakirina zanîngehê qediya ye, karê avakirina nexweşxane û lîstikgeha futbolê jî dewam dike.
 
Li gorî nûçeya ANF'ê avakirina zanîngeh, nexweşxane û lîstikgeha futbolê sê projeyên mezin ên herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne ku hin ji wan bi dawî bûne, hin jî di pêvajoya avakirinê de ne.
 
Zanîngeha Kobanê 
 
Şoreşa Rojava di heman demê de weke şoreşeke zimanê kurdî jî tê pênaskirin ku ji bo parastin û pêşvebirina kurdî gelek derfet afirand. Bi hezaran xwendekar ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê dest bi xwendinê kirin. Xwendin di destpêkê de di asta seretayî, navîn û amadehiyê de bû, piştî jî li zanîngehan dewam kir. Zanîngeha Kobanê ya ku 10'ê Kanûna 2017'an dest bi perwerdeyê kir, ji bo xwendekaran bû qadeke girîng. Lê ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran û beşên cuda yên xwendinê, pêwîstî bi zanîngeheke hîn mezin çêbû.
 
Di sala 2018'an de zanîngeha herî mezin a li herêmê, li gundê Mezrê Sofiyan a Kobanê dest pê kir. Di wê demê de tenê bingeha zanîngehê hate danîn û piştre kar hate sekinandin. Yek ji sedemên sereke yên rawestandina karê avakirina zanîngehê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker bûn. Rêveberiya Xweser di sala 2021'ê de careke din dest bi avakirina zanîngehê kir.
 
Li Zanîngeha Kobanê pirtûkxane û eywaneke xwe ya mezin heye. Li zanîngehê 25 polên xwendinê û 35 odeyên rêveberiyê hene. Wê beşa Fakulteya Perwerdeyê û Peymangeha Zanistê Perwerdeyê jî li Kobanê bimînin, tevahî beşên din jî wê di zanîngeha nû de cih bigrin. Zanîngeh bi giştî bi dawî bû. Di demeke nêz de xwendin wê lê destpê bike.
 
Nexweşxane 
 
Di 19' Kanûna 2022'yan dest bi projeyê avakirina mezintirîn nexweşxane hat kirin. Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê diyar kir ku wan ji sedî 75 bi temamî nexweşxaneyê bi dawî bûye. Di nexweşxaneyê de 180 heta 210 text hatiye amadekirin. Gelek beş jî tê de hatiye avakirin.
 
Li herêmê ji ber zehmetiya çûn û hatin li herêmên derve, Desteya Tenduristî hewceyî bi mezintirîn nexweşxane dîtin û dest bi avakirina wê kir. 
 
Lîstîkgeha Kobanê 
 
Li Kantona Kobanê 6 lîstigehên futbolê hene. Lê ji bo avabûna lîstikgeha mezin a li ser asta herêmê, beriya çend salan dest bi avabûna projeyê hatiye kirin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û hin sedaman jî karê ji bo çêkirina lîstikgehê hatiye rawestandin. Rûpîvana Lîstikgehê bi giştî 11 hezar û 660 metrekup e. Pêvajoya yekemîn a lîstikgehê bi dawî bû û pêvajoya duyem destpê kiriye. Wê 5 hezar kursî û gelek dikan, banyo, odeya guhertina cilan û odeya lîstikgehan jî tê de hebin. Wê di nêzîkî 5 mehan de jî bi temamî lîstikgeh bi dawî bibe.