Marîa Sanguesa: Em ê tecrîda li Îmralêyê bikin rapor

  • 09:46 13 Kanûn 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Endama Delegasyona Jinan a Navneteweyî û Kooperatîfa Parêzerên Jin IACTA ya Barcelonayê Mariya Sangûesa ku ji bo têkiliyên cur be cur hatin Tirkiye û Kurdistanê, bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û diyar kir ku dirûşma "Jin jiyan azadî" li cîhanê belav bûye. Mariya Têkildarî tecrîda Îmraliyê jî da zanîn ku dema vegerin Îspanyayê wê rewşê ji nûnerên Neteweyên Yekbûyî û YE’yê re ragihînin û ji wan bixwazin ku bînin rojevê.
 
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û 33 meh in agahî jê nayê girtin, li hemû cîhanê têkoşîneke bênavber tê meşandin. Ji Afrîkayê heta Awûstralyayê, ji Kurdistanê heta Katalonyayê ji hemû pêkhateyan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.
 
Têkiliyên Delegasyona Jinan a Navneteweyî
 
Yek ji însiyatîfa ku di vê çarçoveyê de di navbera 9-10’ê Kanûnê de hat avakirin Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ku ji 7 kesan pêk tê û di nav de hiqûqnas, parlamenter û ekolojîst hene bû.  Heyetê di navbera 12-13'ê Kanûnê de Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Meclisa Dayikên Şemiyê, Jinên bi Hev re bi Hêzin, Komeleya Demê ya Jinan, Hezar Aysel û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ziyaret kir. Heyetê li Amedê jî têkiliyên xwe domandin. Di 15'ê Kanûnê de jî endamên heyetê dê li Stenbolê derbarê serdana xwe de civîneke çapemeniyê li dar bixin.
 
Endama Koperatîfa Parêzerên Jin IACTA ya Barcelonayê Marîa Sangûesa ku di nava heyetê de cih girt, li ser serdanên xwe yên li saziyên jinan û saziyên sivîl û daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê ji JINNEWS'ê re axivî.
 
Polîs li jinên kurd tundiyê dikin!
 
Mariya li ser rûbirûbûna jinên têkoşer ên li Kurdistan û Tirkiyeyê ya şîdeta polîsan nirxandin kir û got, “Dema ku şîdeta polîsan a li Tirkiyeyê were vegotin, ez dikarim gelek mînakan ji welatên din jî bidim.  Ev hem li Spanyayê û hem jî li gelek welatên ewropayê jî wiha ye.  Di vî warî de ji bo me pirsgirêk nas e. Di heman demê de em dibin şahid ku li dijî jinan polîs li Asya û Afrîkayê jî bi heman rengî tevdigerin.  Lê cudahiyeke din a ku ez li vir dibînim ew e ku ez dikarim bibêjim ku tundiya polîsan a li Tirkiyeyê, bi taybetî şîdeta li ser jinên Kurd dijwartir e."
 
Ew ê îşkenceyê bibin Dadgeha Bilind a Spanyayê
 
Marîa, anî ziman ku dema vegerin Barcelonayê dê serî li Dadgeha Bilind a Spanyayê bidin û got, “Em plan dikin ku îşkenceya li Tirkiyeyê li jinên Kurd tê kirin parve bikin û daxwaza piştevaniyê bikin. Li Barcelonayê jî rêxistineke kurdî heye û em bi wan re di nava têkiliyê de ne. "Em ê van pêkanînan bi wan re jî parve bikin" û anî ziman ku ew ê îşkenceyê bikin rapor.
 
'Jin jiyan azadî' felsefeya me hemûyan e'
 
Mariya diyar kir ku jinên Kurd li dijî şîdeta mêr-dewletê têkoşîneke mezin dimeşînin û anî ziman ku "Jin jiyan azadî" dirûşma têkoşîna jinên Kurd e û got, "Ev dirûşm niha li hemû cîhanê belav bûye. Ev dirûşmeke ku bi xeta têkoşîna siyasî hatiye organîzekirin e. Lê ev ne tenê têkoşîna jinên Kurd nîşan dide. Ev di heman demê de têkoşîna me ya li hemû cîhanê tîne ziman. Îro ev felsefe me hemûyan digire nava xwe. Ji ber vê jî ev dirûşme ji aliyê me hemûyan ve tê qebûlkirin."
 
Ew ê li dijî tecrîdê bikevin nav hewldanan
 
Li aliyê din Mariya diyar kir ku wan guh dane daxwazên jinên li Kurdistan û Tirkiyeyî yên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye û got: “Em dibînin ku polîtîkayeke tecrîdê ya dijwar heye. Ev tecrîda li Grava Îmraliyê li hemû derê belav bûye û ev yek bi taybetî bandorê li jinên Kurd dike. Me li vir jî gelek tişt bihîst. Bi rastî tecrîdeke gelek giran heye. Dema ku em biçin Spanyayê, em ê hewl bidin ku van agahdariyan bikin rapor û belav bikin û bi komên ku em bi wan re di têkiliyê de ne parve bikin."
 
Jinên Kurd bûne çavkaniya îlhamê
 
Mariya diyar kir ku ji bo serdanê gelek kêfxweş bûye û wiha got: “Livirbûna me û hînbûna van tiştan ne tenê ji bo vê derê, ji bo Barcelona û me jî gelek girîng e. Em ê bi têkoşîna xwe ya li Barcelonayê tiştên ku li vir hîn bûne bi hêztir bikin. Bi tecrûbeya têkoşînê ku em ji jinên kurd hîn bûn em ê têkoşîna xwe mezin bikin."