'Em bi fikra lihevkirina bajar li her derê talibe rêveberiyê ne'

  • 09:02 13 Kanûn 2023
  • Ramyarî
 
Melek Avci - Dîlan Babat 
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Karên Hilbijartinê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol bal kişand ser hilbijartina herêmî û got: “Em ji hevdîtineke ku bi awayekî zelal tê zanîn em talibên rêvberiyên li bajarane, tu carê xwe nadin alî. Lê ji bo me ya ewil ne hevkarî, tifaqeke cidakiye û vekirina riya vê ye.”
 
Ji bo hilbijartinên meha adarê xebatên partiyan didome. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Dem Partî) bi lihevkirina bajaran a ku hemû dînamîkên bajar tevli dibin wê namzetên xwe diyar bikin û diyar kiribû wê li her bajarî namzetan derxîne. Hevberdevka Komîsyona Karên Hilbijartinê ya DEM Partiyê û endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) Îlknur Bîrol, der barê xebatên hilbiajrtinê de  agahiyên dawî parve kir û der barê nexşerêya dişopînin de nirxandin kir.
 
‘Ev hilbijartin qada hesabpirsînê ye’
 
Îlknurê diyar kir ku ketine pêvajoyek girîng û wek her hilbijartinê di bin zextên daraz û desthilatdariyê de xebatan dimeşînin û got: “Em bi awayekî cidî xwe amade dikin. Em bi navê nû DEM Partî ne. Her kes dixebite. Darazê îtîrazê navê HEDEP’ê kir û encama vê de me nav guhert. Hilbijartinên 31’ê Adarê wê encamên girîng derxe holê. Ev hilbijartin ji bo me gelek girîngin. Wek tê zanîn desthilatdariyê qeyûm tayînê şaredariyên me kiribûn. Pergala qeyûm kirin wek rejîmê. Ev rejîmeke ku civakê qebûl nake ye. Ji ber vê ev hilbijartin qadeke hesabpirsînê ya ji rejîma qeyûmane.”
 
‘Du alî nêzîkatiyên me li hember vê hilbijartinê hene’
 
Îlknurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em du alî nêzî van hilbijartinan dibin. Partiya desthilatdariyê rêveberiyên herêmî wek berdewama hikûmetên navendî dibîne. Wek organîzasyonên biçûk yên dewletê dibîne. Lê li welatan rêveberiyên herêmî bi tevlibûna gel pêk bê û bi awayekî kolektîf li gorî hewcedariyên civakê ev dimeşe. Ev yekîneyên demokratîk û yên herî girîng in. Ji rêveberiya navendî hîn bêtir girîngin. Ji ber vê jî du nêzîkatiyên me hene; rakirina rejîma qeyûmane û şûnde girtina şaredariyane. Ji bo ev yekine bibin cihên ku gel xwe bi rêve dibin em ê stratejiya xwe diyar bikin.”
 
Serlêdanên bernamzetiyê hatin girtin
 
Îlknurê balkişand ser serlêdanên bernamzetiyê û wiha bi lêv kir: “Nokteya me ji partiyên din cuda dike feraseta wekheviya jinê ye. Em ê şaredariyên xwe bi hevserokatî û nûneriya wekhev bi rêve bibin. Em vê bi modeleke hîn baştir bimeşînin. Em amadekariyên hilbijartinê dikin. Bi hezaran serlêdan çêbûn. Hîna serlêdan nehatine girtin. 20’ê mehê de wê serlêdan bên girtin. Hem li Kurdistan hem li bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi coşek mezin jinan serlêdan kirin. Em dixwazin bi nûneriya wekhev serlêdan bê kirin. Em dixwazin hîn bêtir serlêdanên jinan bêkirin. Ji ber vê jî ez bi navbeynkariya we bêjim, bila jin qet xwe nedin alî. Hûn mala xwe bi rêve dibin, kolanê bi rêve dibin, pir jî baş bi rêve dibin.  Hûn dikarin şaredariyê jî welat jî bi rêve bibin.” 
 
Nexşerê li her derê serkeftine
 
Îlknurê her wiha destnîşan kir ku wek partî tifaqan tenê ji sindoqên hilbijartinan sînor nabînin û wiha bi lêv kir: “Wek partî stratejiya me ji 2019’an cudatir ev e. Bi hedefa em li Kurdistan û bajarên rojavayê Tirkiyeyê serkeftinê bînin me nexşerê amade kir û em amadekariyan li gorî vê dikin. Bernameya me ji nûve avakirina civakeke demokratîke û demokratîkbûna civakê ye. Em bi vê jî bawer in. Lihevkirina bajar lingekî girîng e. Êrişên li ser partiya me her kes dizane. Li her derê hewldanên krîmînalîzekirinê û manîpulasyon heye. Bi lihevkirina bajar em diçin hilbijartinan. Em ji hevdîtineke ku bi awayekî zelal tê zanîn em talibên rêvberiyên li bajarane, tu carê xwe nadin alî. Lê ji bo me ya ewil ne hevkarî, tifaqeke cidakiye û vekirina riya vê ye. daxwazên tifaqan hebin wê zelal û aşkera bên axaftin. Ji bo hemû dînamîkên civakî tevli vê bibin em dixebitin.”