Li Rojava peymana civakî hat erêkirin

  • 21:54 12 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peymana civakî pejirand.
 
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser  civîna xwe ya asayî ya 90‘î li dar xist û peymana civakî ya ku rojên borî ji aliyê Komîteya Berfireh a Desteya Peymankar ve hatibû pêşkêşkirin, pejirand.
 
Di civîna li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê hat lidarxistin de, Desteya Serokatiyê ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, nûnerên meclisên qanûnsaz yên 7 herêman, amade bûn.
 
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman 134 bendên peymanê yek bi yek xwendin û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.
 
Di dawiya civînê de Meclisa Giştî peyaman pejirand. Peyman dê ji dîroka derxistinê ve bikeve meriyetê.