Li Amerîkaya Latîn rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan

  • 20:06 12 Kanûn 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Femînîstên Abya Yala beşên ji pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê ‘Kuştina Mêr’ xwendin, bîranînên zarokatiya Abdullah Ocalan û têkiliya wî ya bi xwezayê re bi beşdariya zarokên dibistanê yên li Meksîkayê hatin vegotin.
 
Komek jinên endamên femînîstên Abya Yala nivîsa Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan parve kirin û ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan kampanyaya xwendina nivîsan li dar xistin.
 
Jinan ji pirtûka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi navê “Kuştina Mêr” beşa “Li dijî zilamê serdest qutbûna zayendiya sêyemîn a mezin” xwendin. Ji Bolîvya, Paraguay û Ekvadorê hunermend û aktîvîstên navdar ên wekî Claudia Korol, Georgio Andini, Adriana Guzman beşdarî kampanyayê bûn.
 
Paradîgma li Bogotayê hat nasandin
 
Li paytexta Kolombiya Bogotayê li navenda pirtûkê ya "La Valija de fuego" di çarçoveya Rojên Pirtûkan ên Abdullah Ocalan de çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji bilî biyografiya Ocalan, paradîgmaya modernîteya demokratîk jî hate nasandin. Bi taybetî berhem û gotarên ku bi Spanî hatine wergerandin hatin pêşkêşkirin.
 
Piştgirî dan pêngavê
 
Gelê Raramûrî ku yek ji gelên xwecihî yên li bakurê Meksîkayê ne, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêk Kurd re çareseriya siyasî“ rêze çalakî li dar xistin. Yek ji çalakiyan bi beşdariya zarokan dibistana seretayî ya xweser a ku gelê Raramûriyê bi derfetên xwe ava kiribûn pêk hat.
 
Di çalakiyê de bîranînên zarokatiya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û têkiliya wî ya bi xwezayê re hatin vegotin.
 
Çalakî ji zimanê Spanî wergerî zimanê Raramûrî hate kirin. Di dawiya çalakiyê de zarokan bi berzkirinadirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî" dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan dan.