Li Şirnexê 14 herêm wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin

  • 19:10 12 Kanûn 2023
  • Rojane
ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê 14 herêm ji bo 15 rojan wek ‘Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî’ îlan kir.
 
Walîtiya Şirnexê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku 14 herêmên li sînorên navçeya Cizîr, Sîlopî, Qilaban, Basa û Elkê ya Şirnexê ne wek ‘Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî’ îlankirine.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Herêma Çiyayê Cudî, Herêma Bestler, Herêma Çiyayê Kurt, Herêma Kureşîn, Herêma Karaçali, Kel Mehmet, Serrîn, Herêma 20088 Rk T, Kuçuk Su, Çiyayê Gabar, Altin Ag, încebel, Oymakaya, Tanîn Tanîn, 15 rojan wek herêma taybet hatiye îlankirin.”