Li Edenê û Mêrsînê 'Nobeta Edaletê' didome

  • 15:33 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin li Edene û Mêrsînê berdewam dike. Di çalakiyê de peyama çalakvana greva birçîbûnê Hacîre Çay hat parvekirin.   
 
Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Çukurovayê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin didome. Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li Amed, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin di roja 9’emîn de berdewam dike.  
 
Mêrsîn 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ku li avahiya TUAY-DER'ê ya Çukurovayê bi tevlîbûna Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl berdewam dike. Di nobetê de Hevserokê TUAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş peyama yek ji çalakgera greva birçîbûnê Hacîre Çay ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê de cih digire parve kir. 
 
Ergîn, anî ziman ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî daye destpêkirin silav dikin û wiha got: “Weke li hemû qadan em jî dê Nobeta xwe ya Edaletê bi awayekî bibiryar, heta ku encamê digirin berdewam bikin.”
 
Nobet pişt re bi stranên yek ji hunermenda Navenda Çand û Hunerê ya Nefelê Şirîn Kaya û klamên Dengbêj Ramazan Eren gotin berdewam kir. 
 
Edene 
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya AATUHAY-DER’ê 9 roj in berdewam dike. Partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr serdana nobetê kirin. Kesên di nobetê de cih girtin daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd kirin.