ÎHD'ê serdana Dayikên Aştiyê kir

  • 15:16 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê serdana endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Geverê kir. 
 
Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê serdana endamên Dayikên Aştiyê yên Geverê kir.
 
Di serdanê de hevseroka ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz axivî. Sîbel di serî de Dayika Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk, endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê parêzer Erdal Safali bi bîr anîn. 
 
Sîbel, daxuyand ku bi giştî li cîhanê şerek heye û her tim jî dayik li dijî şer di nav hewldanan de bûne û got: "Ji ber ku di şer de herî zêde dayik êş dikêşinin. Em hewladana Dayikên Aştiyê her tim dizanin û daxwazên wan dizanin. Em dibêjin em ê her tim li cem daxwazên Dayikên Aştiyê bin."
 
Dayikên Aştiyê jî di serdanê de axivîn û gotin: "Dixwazin sala 2024'an bibe sala azadî, aştî û aramiyê."