Rojnamevan Pexşan piştî 4 meh lêpirsînê şandin girtîgeha Êvînê

  • 14:52 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan û girtiya berê ya siyasî ya kurd, Pexşan Ezîzî ji beşa lêpirsînê, veguhestin beşa jinan a girtîgeha Êvînê.
 
Li gorî medya navxweyî ya Îranê, duh êvarî piştî 4 meh lêpirsînê, rojnamevan Pexşan Ezîzî ji beşa 209 ya girtîgeha Êvînê, veguhestine beşa jinan a heman girtîgehê.
 
Li gorî heman çavkaniyê rojnamevan Pexşan ji dema hatî binçavkirin ve ji hemû mafên xwe hatiye bêpar hiştin û nekariye bi rêya telefonê jî bi malbat û parêzerên xwe re bi axive.