Girtiyekî din ê nexweş jiyana xwe ji dest da

  • 14:32 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş ê bi navê Mehmet Gûvcîn li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
 
Mehmet Gûvcîn ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dihate ragirtin beriya 7 mehan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin ku girtî dihate darizandin jiyana xwe ji dest da. Girtiyê ku  2 meh bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê dihate dermankirin, serê vê sibê jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê girtiyê jiyana xwe ji dest da dê li Goristana Asrî ya Cizîrê bê veşartin.