Li Reqayê panela hiqûqê

  • 14:16 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê bi dirûşma "Azadî û mafên mirovan garantiyên parastina civaka exlaqî û polîtîk e" panela hiqûqî tê lidarxistin.
 
Li Reqayê bi dirûşma "Azadî û mafên mirovan garantiyên parastina civaka exlaqî û polîtîk e'' panela hiqûqî dest pê kir. Panel ji aliyê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ve tê birêxistinkirin.
 
Komxebat li navenda çandê ya li bajarê Reqayê tê lidarxistin. Endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nivîsgehên jinan ên partiyên siyasî, Kombûna Jinan a Zenbûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, PYD û Meclisa Leşkerî ya QSD'ê beşdarî civînê bûne.
 
Komxebat ji du rûniştinan pêk tê. Di her rûniştinekê de dê 2 mijar werin nîqaşkirin. Mijara yekemîn bi sernavê 'Girîngiya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê' ye dê li aliyê rêvebera projeyan a Rêxistina Genefa Call Nûra El Esaf ve were birêvebirin. Mijara duyemîn bi sernavê 'Binpêkirinên li Sûriyeyê' ye dê ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El Qeftan ve were birêvebirin.
 
Di rûniştina duyemîn de dê mijara "mafên jinan" ji aliyê endama Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan parêzer Aynûr Paşa ve were şîrovekirin. Her wiha mijara din a bi sernavê "Mafên zarokan" dê ji aliyê serokê Meclisa Rêvebir a Navenda Zat Navneteweyî ya Perwerde û Şêwirmendiya Derûnî Dr. Ebdulfetah El Himêdî ve were birêvbirin.
 
Li gorî bernameya panelê, piştî şîrovekirina her mijarekê dê nerînên beşdaran hebin. Her wiha dê kesayetên siyasî yên ji derveyî Sûriyeyê bi rêya Skypeyê beşdar bibin. Panel dê bi encamnameyekê bi dawî bibe ku dê ji aliyê seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer ve were xwendin.
 
Berdekva Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliya El Kecwan axaftina destpêkê ya panelê kir û got: "Bi rêya vê panela hiqûqî em nameya xwe ya siyasî û mirovî dighînin tevahî rêxistinên mafên mirovan û Desteya Neteweyên Yekbûyî. Em diyar dikin ku dem hatiye ku em ji gotin û dirûşman derbasî pratîkê bibin. Em nameyeke zelal didin rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker ku dê nikaribin mafên gelê Sûriyeyê binpê bikin."