Delegasyona Navneteweyî serdana 'Nobeta Edaletê' kir

  • 13:55 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, li Amedê di roja 9'emîn de didome. Delegasyona Jinan a Navneteweyî îro serdana çalakiyê kir û daxwazên malbatan guhdar kir. 
 
Çalakiya "Nobeda Edaletê" ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û çareserkirina pirsgirêka kurd, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Rezan a Amedê didome. Di çalakiyê de ku 9 roj li pêy xwe hişt. Li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezanê pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em ji zindanan re bibin deng” û “Ji dayikên lehengan, hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişkînin û jiyana azad ava bikin” hatin daliqandin. 
 
Serdanên ji bo çalakiyê didomin. Îro Delegasyona Jinan a Navneteweyî serdana nobetê kir û daxwazên malbatan guhdar kir. Malbatan di axaftina xwe de bal kişad ser tecrîdê û gotin: "Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û her wiha aştî pêk bê."
 
Li ser navê delegasyonê jî siyasetmedar Paula Martin Ponz wiha axivî: "Em çîrokên girtiyan merak dikin. Em dixwazin pêvajoyê hîn bibin. Tiştek biçûkbê jî em dixwazin bikin.
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berdewam dike.