Rêxistina Sara kuştina jinan a li Efrînê şermezar kir

  • 13:47 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Midye Mîqted
 
HELEB - Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê kuştina jina li Efrînê  ji aliyê birayê kesê pê re hatibû zewicandin ve şermezar kir. 
 
Ji destpêka dagirkirina Efrînê ji aliyê Erdogan û çeteyên wî ve ku kaosa li herêmê zêde kir, bû sedema belavbûn û zêdebûna diziyê, Operasyonên talan û kuştinê, binpêkirinên li dijî mafên mirovan û nemaze binpêkirinên li dijî jin û zarokan. Li gel van hemû binpêkirinên ku bi dawî nabin vê carê jî Mixabin li Efrînê  jinek bi destê biryayê mêrê pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin. Li dijî kuştina jina li Efrînê  Rêxistina Sara ya bajarê Helebê daxuyaniyek bi amedebûna jinên ji gelek sazî û dezgehên jinan ên li taxê da.
 
'Li Efrînê tundî û binpêkirinên mafan naqedin' 
Berdevka Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Raniya Cafer bertek nîşanî qetilkirina jinan da û got:"Piştî ku bajarê Efrînê ji aliye dewleta Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin rojane binpêkirinên maf ên derbarbarê jin û zarokan de zêde bûn.  Li gel van hemû kesên ku li Efrînê li ser axa xwe mane rojane tundî li wan tê kirin û mafên wan tê binpêkirin. Lê herî zêde jin para xwe ji wê tundiyê digrin ku ev ne cara yekem jinek ji aliyê mêrê desthilatdar ve tê kuştin."
 
Ji bo rêxistinên mafên mirovan bang
 
Di dewama axaftina xwe de Raniyayê bang rêxistinên mafên mirovan kir ku li berhember kiryarên bi vî awayî bê bersiv neminin û wiha got:"Banga me ji bo tevahî rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî ye ku derbas bajarê Efînê bibin û pêkanînên dijmirovî û dijhiqûqî ku tên kirin bibîn. Ji ber ku di zindanên Efrînê de bi sedan jinên bê sûc hatine girtin û tên îşkencekirin û heman demê de ji bo pereyan jin tên revandin." 
 
Êdî bes e ji tundiyê re
 
Di dawiya aaxaftina xwe de Raniyayê ev kiryar şermezar kirin û got divê ceza li kujeran were birin û got: "Em weke Rêxistina Sara ya bajarê Helebê bi tundî van kirayaran şermezar dikin êdî bese ji tundiya li ser jin û zarokan re em ê her bi tekoşîna xwe li kêleka jinên Efrînê bin."
 
'Divê kujer bên cezakirin' 
 
Her wiha Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Zeyneb Elîko jî bertek da nişandan, daxwaza cezakirina kojeran kir û got:"Kiryarên hov li Efrînê 6 sal in  derheqê jin û zarokan her dewam dikin bi taybet di roja me ya îro de ji ber aloziyên şer dîsa jinek bi destê mêrekî hat qetilkirin. Em van pêkanînan şermezar dikin."