Rûniştina Endama Piştevaniya Mor Sevde Unal hat taloqkirin

  • 12:09 12 Kanûn 2023
  • Hiqûq
 
 
ÎZMÎR - Bi hinceta di 8'ê Adarê de dowizek hilgirtiye û bi îddîaya "heqaret li serokomar kiriye" Sevde Unal hatibû binçavkirin û doz lê hatibû vekirin. Yekemîn doza Sedeyê hat lidarxistin.
 
Bi hinceta di 8'ê Adarê de di Meşa Şeva Feminist de dowizek hilgirtiye û bi îddîaya "heqaret li serokomar kiriye" Sevde Unal hatibû binçavkirin û doz lê hatibû vekirin. Yekemîn doza Sedeyê hat lidarxistin.
 
Rûniştina Sevdeyê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Bayrakli hat lidarxistin.
 
Berî rûniştinê endamên Pi?tevaniya Mor li ber edlîyeyê daxuyaniyek kurt dan. Jinan gotin em dizanin hûn dijminê jinê ne û peyama têkoşîna li dijî tundî û neheqîyê dan.
 
Jinan piştre dirûşma "Bijî piştevaniya jinan" berz kirin.
 
Piştre jin derbasî rûniştinê bûn. Sevdeyê îfadeya xwe ya li emnîyetê dubare kir.
 
Şandeya dadgehê biryara daxwaza rapora pispor kir û rûniştin taloqî 16'ê Nîsanê kir.