Li ser berxwedana li dijî tundiyê ya li girtîgehan axivîn

  • 09:03 12 Kanûn 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Sê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Şakranê bi nameyekê polîtîkayên tundiya li ser jinan û berxwedana jinan a li girtîgehan nirxand.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê tundiya li ser jinê û qetlîamên jinan zêde dibin. Girtîgeh yek ji cihên bingehîn e ku jin bi polîtîkayên tundiyê re rû bi rû dimînin. Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê Fatma R. Sîdo, Mahsume Şedal û Guler Bîlen têkildarî tundiya li ser jinan a li girtîgehan name ji ajansa me JINNEWS’ê re şandin. Nameya ku bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê hatiye şandin, nû gihaşt ber destê me.
 
Jinan di nameya xwe de bal kişandin ser zextên li hemberî jin û zarokan. 
 
Di nameya ku hat şandin de wiha hat gotin: 
 
"Divê têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê tenê bi rojekî re sînordar neyê kirin. Ev tişt qelsî ye. Welatê ku bûye girtîgeh her roj bi hezaran jin bi şîdeta fizîkî û derûnî re rûbirû dimîne. Her roj 5 jin tên qetilkirin. Pergala serdest a mêr her roj li dijî jinan polîtîkayên dijminatiyê diafirîne. 8'ê Adarê jî di nav de her sal 2 caran bal dikişînin ser pirsgirêkên jinan lê ev kêm e. Tenê ji bo rojên taybet hewldan dê pirsgirêkan çareser neke. 
 
Hebûna girtîgehan bi serê xwe şîdet e. Mirovek 20 û 30 salên xwe li girtîgehan derbas bike tê wateya şîdeta herî mezin a fîzîkî û derûnî. Şîdeta ku li girtîgehan pêk tê plankirî ye. Hêj serê ewîlî bi 'Lêgerîna tazî' li girtîgehê şîdet dest pê dike. Tê wateya bêvînkirina girtiyan a bi planî tê kirin. Hewl didin ku girtî kontrola xwe winda bikin. Girtîgeh cihê afirandina şîdetê ye. 
 
Girtiyên siyasî bi her awayî xwe zanetir dikin li dijî polîtîkayên bi vî rengî li ber xwe didin. Lê belê girtiyên edlî nikarin mekanîzmayên xweparastinê li pêş bixin. Her demê şîdetê dijîn. Personelên girtîgehan êriş dibin ser wan û lêdixin. Her roj jinek ji ber ku bi êrişan re rûbirû dimînin û hewl didin ku dawî li jiyana xwe bînin û ji ber vê sedemê jî radikin nexweşxaneyê. Ji ber vê sedemê jî girtiyên edlî yên jin roja xwe bi dermanên derûniyê derbas dikin. 
 
Şîdeta li girtîgehan berdewamiya şîdeta li dervê ye. Li malê mêr û li girtîgehê jî dewlet jinê dixe nava 4 dîwaran, li dijî şîdetê bi zanetî û xwedî bi vîn li ber xwe dide. 
 
Girtîgeh cihê ku şîdet tê afirandin e. Girtî jî li dijî vê berxwedaneke mezin dide. Sakîne Cansiz li girtîgehê li dijî şîdetê berxwedanek mezin da û bû pêşeng. Şîdeta mêr a li girtîgehan li Parîsê Sakîne Cansiz qetil kir. Em ji berxwedana Sakîneyê hêz digirin. 
 
Hişmendiya dewletê her demê li hemberî jinan polîtîkayên taybet afirandiye. Hebûn, vîn û zanebûna jinê her tim îktîdara dewletê tirsandiye. Di dîroka şoreşan de talîmatên CIA’yê ‘Pêşî li jinan bixin' heye. Li hemberî jinan têkoşîneke bîrdoziyê tê meşandin. Ev têkoşîn li girtîgehan tê meşandin. Di demên dawiyê de di nav civakê de bandora muhafazakarî û tarîkatê heye û li hemberî jinan jî model tên afirandin. Ji xwe li hindur û derve polîtîkayeke cariyeyê tê meşandin. Li hindûr perwerdeya olî hat zêdekirin û cil û bergan de guhertin hatin kirin. Tişortên mil kol, şort û fistan li jinan hatin qedexekirin. Bi her awayî hewl didin ku kontrolê zêde bikin. Li hemberî vîna me jî êrişeke fîzîkî heye. 
 
Ji bo jinan tişta herî girîng xweparastin e. Mêr û dewlet di qirkirina jinê de tifaq in. Şîdeta mêr û dewletê bi eslê xwe qirkirina jinê ye. Ji ber vê jî têkoşîna li hemberî vê jî girîng e. Têkoşîna hiqûqî, siyasî û aborî girîng e. Bendewariya bi dewletê xeter e. Peymana Stenbolê hat betalkirin û ev tişt ji hişmendiya dewletê ya li hemberî jinê nîşan dide. Divê jin li hemû qadan xwe bi rêxistin bike. Jineolojî û zanîsta jinê rê li ber parastina xweser a jinê vedike. 
 
Li dijî polîtîkayên şîdetê civak ne bê navnîşan e. Ji ber ku rêxistenek me ya jinan û têkoşînek me heye. Lê belê di salên dawiyê de ji ber polîtîkayên şerê taybet civak tenê hat hiştin. Divê tifaqên jinan li her derê dengê xwe bilind bike û di nava piştevaniyê de bin. 
 
Em carek din bînin ziman em di ciwantiya xwe de hatin dîlgirtin û niha li girtîgehê ketin menopoz e, li dijî her cure êrişên girtîgehan bi rêxistinî û bi zanebûna azadiya jinê bi rêve diçin û têdikoşin. Her wiha ji bo jinan menopoz pêvajoyeke zehmet e û divê piştevaniyeke psîkolojîk hebe. Lê em li vir bê derman û bê piştevaniyê, bi zanebûna dîrok, çand û rêxistinbûnê û wekî tecrûbeyên Ursula Le Guin di menopoza ku wekî welidîneke zehmet digirin dest û carek din tên dinê. 
 
Bi kurtasî ji bo jinên ku li dijî şîdetê li ber xwe dedin 'Jin jiyan azadî'. 
 
Em serkeftinê dixwazin û hêvî dikin ku di rojên xweş de bighijin hevdû."